RIHA - Parêzer Eyyup Sabri Tinaş tahliyekirina 3 kesên têkildarî doza kuştina polîsên li Serêkaniyê hatibûn girtin û berdan nirxand. Tinaş diyar kir ku dozger 3 kesên ku ji mala kirêkiribûn derbasî daireya din bûne wekî delîl nîşan daye û îdianame vala derketiye.
Di 22'yê Tîrmeha 2015'an de li navçeya Serêkaniyê ya Rihayê polîs Feyyaz Duman û Okan Uçar li mala xwe hatin kuştin. Ev bûyer wekî sedema şerekê 18 meh in didome hat nîşandan. Di vî şerî de heta niha bi hezaran leşker, polîs, PKK'yî û sivîl jiyana xwe ji dest dan. Duh li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê, 4'emîn rûniştina dozê pêk hat û ji 7 kesên ji heman dozê girtîne, rêveberê DBP'a navçeyê Omer Kiliç û Lutfu Abir û Murat Abir ên li cem mala her du polîsên hatin kuştin mal kirêkiribûn hatin tahliyekirin.
'TIŞTEKÎ DOSYE XWE BISPÊRÊ NEMAYE'
Parêzer Eyyup Sabri Tinaş ê tahliyekirina her 3 kesan niraxnd anî ziman ku, îdianameya ku dozgeriyê amade kir gav bi gav dirize. Tinaş got, piştî 17 mehan 3 kes hatin tahliyekirin û dest nîşan kir ku, pesariya bingehîn a dosyeya kuştina her du polîsan ew bû ku, ev kes bi qesdî ew mal kirêkirine. Tinaş got, di îdianameyê de dihat diyarkirin ku ew kes di şaneşîna mala kirêkirine derbasî mala polîsan bûne û bi vî awayî sûc kirine û wiha domand: "Di rojên pêş de em li bendê ne ku dê her 4 kesên girtî jî bên tahliyekirin. Çimkî wek Lurfu Abir, murat Abir û Omer Kiliç ên hatin tahliyekirin, tu têkiliya Sedat Aydin, Hasan Aydin, Huseyin Aydin û Naci Yilmaz jî bi bûyerê re tune ye."
ÎFADEYA POLÎSÊN LI CEM HER 2 POLÎSAN HAT WERGIRTIN
Tinaş got, bêyî li holê delîl hebin 7 kes li ser îxbara telefonê hatin girtin û wiha domand: "Diyar bû ku ji destpêkê ve bi bi îdianameyekê bêbinî dihatin darizandin. Îdia tenê li ser du îxbaran bû. Heke di van îdiayan d enavê me jî derbas bibûna em ê jî bihatanan girtin. Hem muweîlê min hem jî bersûcên din belaheq û belasebeb hatin girtin." Tinaş got, di dosyeyê de delîla herî girîng şahid dikandar Şeyhmus saglam e û wiha axivî: "Beyana Saglam ew e ku, şeva ku dê bûyer biqewime li cem her du polîsan du polîsên din jî hebûne û bi hev re çûne malê. Her çi hîkmet be, li gel dozgeriyê û israrên me jî, piştî 17 mehan hîn nû serî li beyanên 2 polîsan hatin dayîn. Di celseya duh de, Emre Guler ê şeva bûyerê li cem polîsên hatin kuştin bû, di beyana xwe ya bi talîmata Dadgeha Cezayê Asliyeyê ya Serêkaniyê da pirsa 'şeva bûyerê tu li kuderê bûyî?' bi awayekî lakayît wiha gotiye, 'şeva bûyerê ji bo taziyeyê çûm serdana malbatên polîsên hatin kuştin.' Di vê bûyerê de, di bereka îfadeya Şeyhmus Saglam de diviya serî li 2 polîsan bihatana dayîn, lê mixabin ji ber du îxbaran muwekîlên me hatin girtin."
'ÎXBAR KOMPLO NE'
Tinaş got, hemû îxbar pûç bûne û wiha axivî: "Vê bûyera ku dawî li pêvajoya aştiyê anî, tenê li ser îxbaran meşiya. Tu delîleke wê ya huqûqî tune ye. Behsa îxbaran tê kirin. Îxbara yekemîn, bi telefona ankesorî ya PTT'ya navçeyê tê kirin. Ya din jî derket holê ku, li ser navê birayê berpirsiyarê FETO yê Serêkaniyê ye. Di dadgeha borî de, kesê paşnavê wî Bektaş e derpêş kir ku, hejmara telefonê ne aîdî wî ye û ew hejmar qet bi kar neaniye. Ji vir jî tê famkirin ku, ev komplo ye. Di bereka vê komployê de 7 kes hatin darizandin."
BELASEBEP 17 MEHAN GIRTÎ MAN
Tinaş got, girtî rastî îşkenceyên giran hatine û wiha domand: "Bi taybetî jî Hasan û Naci rastî îşkenceyên giran û deraqilî hatin. Ew bi şirîta Filîstînê daleqandin. Li wan hat ferzkirin ku gora xwe bikolin. Çek spartin serê wan. Li gel raporên îşkenceyê jî, dozger biryara şopana devjêberdanê da. Omer Kiliç ê duh hat tahliyekirin jî, her çi qas şeva bûyerê dîmenên wî li Xarpêtê derketin jî 17 mehan girtî ma."