ENQERE - Endamê Yekîtiya Dadgerên Nû dadger Philip Kersting ê li Almanyayê ji bo guhertinên Qanûna Bingehîn a li Meclîsê diyar kir ku ev guhertên di zagonan de dê hêza Serokomar zêde bike û êdî kes nikare wî kontrol bike.
Endamê Yekîtiya Dadwerên Nû (Neue Richtervereinigung) Dr. Philip Kersting ku li Almanyayê di nav organîzasyonên huqûqê yên herî mezin de cih digire, der barê geşedanên huqûqî yên Tirkiyeyê nemaze jî yên piştî 15'ê Tîrmehê ji dîhaberê re axivî.
Dadwer Kersting, anî ziman ku der barê sepandinên huqûqî yên Tirkiyeyê şik û gumanên wan zêde ne. Kersting anî ziman ku, ew di warê têgihiştinê de ditengijin, ku li Tirkiyeyê zêdeyî 3 hezar hevpîşeyên wî girtî ne û wiha got: "Ji bo me teqez ya rast ev e; helbet dê kesên hewl dan derbeyê pêk bînin bên darizandin. Lê belê, ya ji bo me zehmet ew e ku, mirov bizanibe evqas kesên hatine girtin û ji akrê xwe bûne têkiliya wan bi derbeyê re heye yan na. Ev tişt me nerihet dike. Û ev rewş li Almanyayê wek rewşeke zaf xemnak tê dîtin."
‘ÇIMA FETO NIHA BÛ PIRSGIRÊK'
Kersting anî ziman ku, dê di prosedureke darizandinê de diyar bibe ku kî sûcdar e yan na û wiha domand: "Li gor me, dema hûn hin kesan ji karên wan bikin divê hûn sûcdariya wan bispêrin peyitandinên rasteqîne. Lê belê, em di van darizandin û jikaravêtinan de zaf rastî belegyanên peyitandinê nayên. Ya em fêm nakin ev e ku, wek sedem girtina wan an jî avêtina ji kar endamtiya Cemaeta Fethullah Gulenî tenê têrbar tê dîtin. An jî niha enmdatiya Cemaeta Gulen bû sûc, em wê jî nizanin. Li Tirkiyeyê meseleya Gulen bi saln tê zanîn, çima niha bû pirsgirêk. Divê her kes vê zanibe. Em dibînin ku, gelek tiştên berê wek sûc nedidît niha wek sûc dibîne."
‘DÊ QANÛNA BINGEHÎN A NÛ DÊ SEROKOMAR BIGIHÎNE HÊZEKE NEVENIHARTINÊ'
Dadwer Kersting ji bo guhêraniya Qanûna Bingehîn a li Meclîsê wiha got: "Di peywendiya rêgeza veqetana hêzan de dê bi pirsgirêk be. Guhêraniyê bê kirin dê serokomar bigihîne hêzeke ku dê neyê venihartin."
‘JI BO DADWEREK JI PEYWIRÊ BÊ GIRTIN DIVÊ CEZAYEKÎ WÎ YÊ TEQEZBÛYÎ HEBE'
Kersting, birêveçûyîna daraza li Tirkiyeyê û ya Almanyayê berawirdî hev kir û wiha got: "Li Almanyayê ji bo dadwerek ji peywirê bê girtin divê di encama dadgehê de sûcekî wî yê teqezbûyî hebe. Ya em jê bi endîşe ne ew e ku, li Tirkiyeyê bêyî cezayekî etqezbûyî yê dozger û dadweran hebin ji peywirê tên dûrxistin. Li gel vê, destdayîna hesabên bankeyan ên dadwer ûd zogerên ji peywirê hatin girtin jî bi tena serê xwe derhuqûqî ye."
‘DIVÊ PARÊZER BÊYÎ TIRS BIKARIBIN KARÊ XWE BIKIN'
Kresting herî dawî balê kişand ser çewisandinên li Tirkiyeyê yên li dijî parêzeran û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Min hin agahî ji çapemeniyê wergirtin. Li Tirkiyeyê parêzer rastî pêkûtî û çewisandinan tên. Li gor feraseta li Almanyayê dikarim vê bibêjim, parêzer ji bo parêziya civakê xwedî erkeke jiyanî ne. Bi rastî jî divê ew bêyî tirs û xof xwedî derfetên xebatê bin. Li gor divitiya karên xwe divê bêyî tirs parêziya muwekîlên xwe bikin."