ÊLIH - Qeyûmê Şaredariya Êlihê bi îdiaya "ji bo tenduristiya civak û hawirdorê rîskeke cidî ye" fermana axur û gomên li navenda bajêr in û heywan di wan de tên xwedîkirin da. Koçren li dijî vê biryarê bertek nîşan dan û diyar kirin ku ev nayê qebûlkirin.
Koçerên ku di salên 90'î de gundên wan ji aliyên dewletê ve hatin şewitandin û rûxandin, li hin taxên Êlihê bi cih bûn û dema ji neçarî ji gundên xwe derkaetin wê jiyana xwe yî li gundan jî bi xwe re anîn bajaran. Koçerên li gundan sewlakarî dikirin, ji ber bi darê zorê ji warê xwe bûn ji dêvla adapteyî jiyana bajêr bibin, zîndekirina çanda xwe tercîh kirin. Li Êlihê bi gelek malan ve axur an jî di bin gelek malan de axur hene û li van axuran heywan tên xwedîkirin. Qeyûm Ertug Şevket Aksoy ê tayînî Şaredariya Êlihê hat kirin, Komîsyona Tenduristiyê ya Şaredariyê ava kir û si ser vê komîsyonê re gefa "Divê ev meskenên netenduristiyane herî kê di nava mehekê de bên tehliyekirin" li koçerên ku nêzî 30 salî ne li Êlihê dijîn xwarin.
SEDEMA QIRÊJIYÊ RAFÎRNERÎ YE
Li Êlihê, sedema herî mezin a qirêjbûna hewayê rafînerên petrolê ne ku ji 1955'an ve li nav bajêr in, lê heta niha ji aliyê rayedaran ve li dijî vê qirêjbûnê tu tevdîr nehatine girtin. Ji ber kîmyasalên rafîneriyê li asîmanên bajêr bêhneke tûj a gazê belav dibe.
Koçerên li dijî vê biryarê derketin, bertek nîşan dan.
‘DI HEMÛ ZEBZE Û FÊKIYAN DE GUBREYÊ HEYWANAN TÊ BIKARANÎN'
Kerîm Kaya wiha got: "Îro di piraniya zebze û fêkiyên em dixwin de gubreyê heywanan tê bikaranîn û li gel vê em şîr, mast, penêr, goştê xwe jî bi saya heywanan bi dest dixin. Bi van îdiayên derewîn dixwazin sewalkarî û çanda koçeran ji holê rabikin."
‘TEKANE ÇAVKANIYA DEBARA ME SEWALKARÎ YE'
Halime Temel (65) diyar kir ku, ew 25 sal e sewalvaniyê dike û wiha axivî: "Ji bilî vê ez niakrim tu karî jî bikim. Sewalkarî ji bav, kal û pîrên me maye. EM naxwazin ev çand winda bibe. Me berê di biharan de li Sîpanê Xelatê heywan xwedî dikirn. Lê belê ji ber qedexeyan û şert û mercên hawirdorê em nikarin biçin. Niha em 400 heywanî xwedî dikin. Tekane çavkaniya debara me sewalkarî ye. Dibêjin zirarê dide tenduristiyê, lê me heta niha tu zerara wan nedîtiye."
‘GUNDÊ ME HATIN ŞEWITANDIN EM LI BAJARAN SEWALKARIYÊ DIKIN'
Zeynep Çakmak (30) a bi sewalkariyê debara xwe dike got, ew 20 sal e vî akrî dikin û wiha axivî: "Berê bav û kalên me li zozanên Gundê Mele Girê yê Êlihê sewalkarî dikirin. Ew der hatin şewatandin, hatin rûxandin û niha jî qedexe ne. Em ji vî karî ji kalên xwe, pîrên xwe hîn bûn. Niha 100 heywanên min hene. Zaf fêdeya wan li me heye. Debara me bi sewalkariyê dibe. Em dixwazin bidomînin."
‘31 SAL E DI NAV HEYWANAN DE ME, LÊ TU PIRSGIRÊKA MIN A TENDURISTIYÊ TUNE YE'
Mehmet Şerif Temel (64) jî got, ew 31al e sewalkariyê dike û anî ziman ku, tu zirareke heywanan ji bo tenduristiya mirivan tune ye û wiha domand: "Nêzî 500 heywanên min hene. Tu gilî gazincên cîranên me ji me tune ye. Em li vir 8 malbat in û 50 kulfetê me heye. Em debara xwe tenê bi sewalkariyê dikin. Gotegotin zirarê didin tenduristiyê çewt in. 31 sal e li vir im. Min tu zirara wan nedît. Ne min ne jî cîranên min, lê berkesê wê me her fêdeya wan dîtiye. Ji bo me ji vir derxînin ev hincet e. Tu nexweşîn ji heywanan çênabe. Cîranên me gubreyê heywanên me ji bo baxçeyê xwe bi kar tînin."