ŞIRNEX - Li Şirnexê piştî qedexeya 8 mehan hemû saziyên ku gel lê bişêwire hatin girtin û siyasetmedarên ku bi gel re bikevin nava piştevahiyê hemû hatin girtin.
Li Şirnexê di qedexeya 8 mehan de Walîtiya Şirnex û hêzên dewletê hemû rêyên ku ji bo gel bibe alîkar an girtin an jî ji bo were girtin her tişt kirin. Dem hat destûr nedan ku alîkarî bigehe gel, dem hat konên ku gel vedane hatin rakirin. Him di dema qedexeyê de him jî ji bo piştî qedexeyê alîkarî negehe destê gel hemû saziyên sivîl hatin girtin. Herî dawî ji bo ku xizmeta ji bo gel were astengkirin Şaredariya Şirnex a ku sedê 75 dengan hatî hilbijartin bi rêya qeyûm hat destserkirin.
Li gel parlementerên bajêr Ferhat Encu û Leyla Bîrlîk, hevserok û rêveberên HDP û DBP'ê yên bajêr jî ji bo asntegkirina piştevaniya wan a bi gel re hatin girtin. Parlementera HDP'ê ya Şirnex Aycan Îrmez ku ji hilbijartiyên bajêr ew tenê maye anî ziman ku ew bi parlementerên HDP'ê yên bajarên din re xebatên xwe yên ji bo gel dikin.
Îrmez diyar kir ku armanca êrîşên 8 mehan ew bû ku bi tevahî gelê Şirnex were koçberkirin û wiha axivî: "Di encama êrîşan de 7 taxên bajêr hatin hilweşadin. Li van taxan ne kolan û kuçeyek ne jî avahiyek maye ku gel têde bijî. Lê gelê Şirnexê li ser hemû êrîşan axa xwe ne terikand û berxwedanek dîrokî nîşan da. Her çiqas avahiyek ya gel nebe ku têde bijî jî li derdora bajêr berxwedanek bêhempa nîşan da."
Îrmez da zanîn ku hemû sazî û kesên ku di qedexeyê de ji bo gel bûne alîkar hatine girtin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Di qedexeyê de kî bi gel re nava piştevaniyê de be hat girtin. Hemû sazî û siyasetmedarên bajêr hatin girtin. Bi vê yekê xwestin hevkariya bi gel re asteng bikin. Lê em kesek tenê jî bimînin em ê di nava gelê xwe de bin. Em îro di nava gel de ne û gel hêviyê dide me. Di ziyaretên xwe de me sekna serî netewandinê dît."