BEDLÎS - Li Bedlisê 2 leşkerên derketibûn operasyonê jiyana xwe ji dest dan. 2 leşker jî birîndar bûn.
Leşkeran li çoltarên Bedlisê operasyon pêk anîn. Di operasyonê de pevçûn derket. Ji leşkerên ku derketibûn operasyonê jê 2 leşker di şer de jiyana xwe ji dest dan û 2 leşker jî birîndar bûn.
Hat ragihandin, di vî şerî de 2 leşkerên li Fermandariya Tabûra JOH a Tetwanê mirin, 2 jî birîndar bûn. Di şer de çawîşên pispor Samet Kaya û Veysel Şirin hatine jiyana xwe ji dest dane. Leşkerên birîndar ji bo dermankirinê rakirine nexweşxaneyê. Hate eşkere kirin ku operasyona li herêmê ku leşkerên tirk dan destpêkirin dewam dike.