MÊRDÎN - Walîtiya Mêrdînê bi daxuyaniyek nivîskî diyar kir ku gelek herêmên girêdayî navçeyên Şemrex, Stewrê, Kerboran, Midyat û Nisêbînê wekî "Herêmên Ewlehiya Taybet hatine îlankirin.
Walîtiya Mêrdînê bi daxuyaniyek nivîskî diyar kir ku li çoltarên navçeyên Şemrex, Stewrê, Kerboran, Midyat û Nisêbînê wekî "Herêmên Ewlehiya Taybet hatine îlankirin.
Walîtiyê anî ziman ku li 5 navçeyan 18 herêm û 107 qad heta 31'ê Kanûna 2017'an wekî "Herêmen Ewlehiya Taybet" hatiye îlankirin.
Walîtiyê di daxuyaniyê de diyar kir ku bi biryara Wezîran a meha Kanûna 2016'an a 2016/9613 ya hêjmar 2565'an zagona Ewlehiyê û Leşkeriyê li gorî xala 32/A'an ji 01'ê Çileya 2017'an heta 31'ê Kanûna 2017'an 12 mehan qedexe hatiye îlankirin