ÇEWLÎG - Rojnameger Semra Turan şevê din li Çewlikê di serdegirtina malekê de hat binçavkirin. Hat diyarkirin ku polîsan wêneyê PKK’iyan xistine çanta wê û ev wêne kirine sedema binçavkirinê.
Nûçegîhana DÎHA'yê ya di 29'ê Cotmeha 2016'an de bi Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de (KHK) hat girtin Semra Turan şevê din li Çewlîgê di serdegirtina malekê de hat binçavkirin. Turan, di çarçoveya lêpirsîneke der barê wê hatibû vekirin de, bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê" hat binçavkirin û ew birin Muduriyeta Polîsan a Bajêr. Polîsan piştrî binçavkirinê ji malbata Turanê re agahî şand diyar kirin ku dê heta duşemê di bin çavan de bê ragirtin.
Hat zanîn ku di serdegirtina malê de polîsan 3 wêneyê PKK’yiyan xistiye çenta Turan û ev wêneyên di çante de kirine sedema binçavkirinê. Xwediyê malê ku bû şahidê binçavkirinê diyar kir ku polîsan wêne xistine çendê Turan.