STENBOL - Parêzerên 6 rojnamegerên ku 21 rojin di bin çavan de tên girtin, ji bo naveroka dosyayê fêr bibin dixwazin bi dozger re hevditin bikin, lê dozger daxwaza rojnamegeran red dike.
Di 25'ê kanûnê de Midûrê Nûçeyan ê DÎHA ya hat girtin Omer Çelik li Amedê û Nûçegîhanê DİHA yê berê Metin Yoksu, Nûçegîhanê Dikenê Tunca Ogreten, Berpirsiyarê Muhasebê yê Rojnameya BirGunê Mahir Kanaat, Midûra Karên Nivîsan a ETHA'yê Derya Okatan û Xwediyê Îmtiyazê yê Rojnameya Yolculuk Eray Sargin jî li Stenbolê hatibûn binçavkirin. Dema binçavkirina rojnamegeran heta Rojnameger 21 rojin di bin çavan de ne. Têkildarî rojnamgeran, heta niha tu delîl jî teblîxî parêzeran nehatiye kirin. Parêzerên rojnamegeran 21 rojin dixwazin bi dozger re hevdîtin bikin û der barê naveroka dosyayê de agahîyan bistînin. Lê dozger her car bi hincetên cuda daxwaza parêzeran red dike.