Ji Luksembûrgê heta Strasboûrgê dê ji bo Ocalan bimeşin

NAVENDA NÛÇEYAN - Di 18'mîn salvegera 15'ê Sibatê roja radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Tirkiye welatiyên kurd ên li Ewropa dê ji Luksembûrgê heta Fransayê bimeşin.

Kurdên li Ewropa dê di pêşengiya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Fransayê (CDK-F) de di 18'mîn salvegera 15'ê Sibatê roja radestkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Tirkiye, dê ji Luksembûrgê heta Fransayê bimeşin. Meşa dirêj wê ji bo şermezarkirina radestkirna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a Tirkiye pêk bê. Kurd dê bi silogana "Azadî ji bo Ocalan, statu ji bo Kurdistanê" bimeşin. Meşvan wê ji Luksembûrgê berê xwe bidin Fransayê û piştî bajarên Aûdîn-le-Tîche, Thîonvîlle û Talange, bigihêjin bajarê Metzê. Di plana meşê de dê li bajarê Metzê konferansek li ser pirsgirêka Kurd bê lidarxistin û piştre meş ber bi bajarên Landremont, Saînt-Avold, Pûttelange-aûs-Lac, Sarre-Ûnîon û Phalsboûrgê dewam bike. Çalakgerên meşa dirêj dê di 10'ê Sibatê de bigihêjin Strasboûrgê û li herêma ku saziyên Parlamenta Ewropa û Konseya Ewropa lê ne, daxwazên xwe bi dengekî bilind nîşan bidin.

Çalakger dê dûre di 11'ê Sibatê de beşdarî meş û mîtînga mezin bibin û dawî li çalakiyê bînin.

Rêveberên CDK-F Huseyîn Salîh Dûrmûş ji rojnameya Rebûblîcaîn Lorraîn re axivî û diyar kir, di çalakiyê de wê daxwaza wan a 'Azadî ji Ocalan re, statu ji Kurdistanê re' derkeve pêş.