Hinceta binçavkirinê cuda hinceta girtinê cuda ye

ANTALYA – Li Antalyayê piştî li dijî hêwirgeha masîvanan êrîşeke roketiyî pêk hat, bi hinceta têkiliya wan bi vê êrîşê re heye 9 kes hatibûn binçavkirin. Di girtenameyên lêpirsîna polîsan de derket holê ku, têkildarî êrîşa roketiyî pirsek jî nehatiye pirsîn. Her wiha 7 kesên hatin girtin jî, bi hinceta parvekirinên civaka medyayî hatine girtin.

Li navçeya Kemerê ya Antalyayê di 14’ê cotmehê de li dijî hêwirgeheke masîvanan êrîşeke roketiyî pêk hatibû û di 18’ê cotmehê de jî têkildarî vê êrîşê 9 kes hatibûn binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin, di 15’ê mijdarê de 7 kes jê htain girtin, 2 jê jî bi şertê venêrîna edlî serbest hatibûn berdan. Kesên bi hinceta têkiliya wan bi êrîşê re heye hatibûn binçavkirin, di girtenameyên lêpirsîna polîsan de derket holê ku, têkildarî êrîşa roketiyî pirsek jî wan nehatiye pirsîn, berkesê vê parvekirinên wan î civaka medyayî ji wan hatiye pirsîn. Di girtenameyan de hat dîtin ku, kesên hatine binçavkirin tawanbarî qebûl nekirine û her wiha hat dîtin ku, wêneyên di telefonên wan de ji wan hatiye pirsîn. Li gel vê stranên kurdî yên di telefonan de jî wek “propagandaya rêxistinê” hatine nirxandin.

SERDANA MALBATÊ WEK SÛÇ HAT DÎTIN

Ji 7 kesên hatin binçavkirin yek jê jî Ramazan Bîlen e. Ramazan Bîlen ê li Kampa Mexmûrê serdana malbata xwe kiribû, di girtenameyê de ev serdana wî û wêneyên ku bi ferdên malbata xwe re kişandiye wek delîlên sûcî hatine nîşandan. Di girtenameyê de tê dîtin ku, Bîlen ê ku xwendin û nivîsandina wî tune, peyamên ji telefona wî re hatine şandin jî wek hincet hatine nîşandan û pirsên wisa jê hatine pirsîn: “Kesê ku peyama pesariya PKK/KCK’ê dike ji we re şand kî ye? Têkilya rêxistinî ya di navbera wî kesî û te de çî ye?”

‘DARIZANDIN WEK ŞANOYEKÊ BÛ’

Ziya Yuce yê bi şertê venêrîna edlî serbest hat berdan jî got, ji serî heta binî darizandin wek sahneyeke şanoyê bû. Yuce anî ziman ku, piraniya 9 kesên hatin binçavkirin karkerê înşaat û çandiniyê bûn û dest nîşan kir ku, Walîtiya Antalyayê bi gotina xwe yî “Me kiryarên bûyerê zevt kirin” mîzansene xêz kiriye, lê belê di dema lêpirsînê de têkildarî bûyerê tu pirs ji wan nehatiye kirin, tenê parvekirinên wan î civaka medyayî wek delîlên sûcî berpêşî wan hatiye kirin.

‘BÊYÎ LI DOSYEYAN BINERE HIKUM DA’

Yuce got, li Antalyayê li dijî kurd û muxalîfan berhêlîbûneke taybet heye û anî ziman ku, di demênd awî de kesên hatine binçavkirin, li qereqolê bêyî îfadeya wan bê girtin wan dişînin girtîgehê. Yuce diyar kir ku, Muduriyeta Polîsan a Antalyayê bêyî hincet binçavkirinan dike û got, dozger û dadwer jî bêyî li dosyeyan binerin hikum didin.