STENBOL - Şêniyên taxa Beştelsiz a Zeytinburnu diyar kirin ku ji ber sersariya Şaredariya Zeytînbûrnû avahî hilweşiya û 2 zarok mirin. Şêniya taxê Dilber Kiliçaslan, bi gotina "Ger ebd tedbîrê negire xwedê dê çi bike? berteka xwe ya li dijî şaredariyê anî ziman û destnîşan kir ku ji ber sersariya şaredariyê 2 kes mirin.
Di 13'ê Çile de li taxa Beştelsîz a Zeytînburnuyê avahiyek hilweşiya. Avahî 7 qat û ji 56 daîreyan pêk tê hilweşiya. Di hilweşîna avahiyê de 2 zarokan jiyana xwe ji dest dan.
Şaredarê Zeytînbûrnûyê Murat Aydin, diyar kir ku, avahî ji 24'ê Kanûna 2015'an ve hatiye valakirin. Avahiya di 1993'yan de hatiye çêkirin û ji 56 daîre û 3 dikanan pêk tê, salek berê, di 24'ê Kanûna 2015'an de hat valakirin. Avahiya ku salek zêdetir e vala ye hêj ji aliyê şaredariyê ve nehatibû rûşandin. Her çend welatiyên taxê serî li şaredariyê dan û xwestin avahî bê rûxandin jî, avahi nehat rûxandin. Şêniyên taxa Beştelsîz a Zeytinburnu bertek nîşanî şaredariyê dan û diyar kirin ku ji ber sersariya şaredariyê 2 kesan jiyana xwe ji dest dane.
AVAHÎ BÊ RÛHSAT BÛ
Endamê Afatê yê Dildar Haseyin Karadayi diyar kir ku avahî bê rûhsat hatibû avakirin û wiha got: "Me îtîraz kir, lê şaredariyê îtîraza me red kir. Li gel ku ruhsata wê tune bû jî kesî mudaxale nekir. Ji ber ku di erdheja 17'ê tebaxê de avahiyê zerar dît hat valakirin. Di destpêkê de avahî morh kirin û dora wê şerît kirin. Lê piştre dîsa şerîd rakirin."
Karadayî anî ziman ku çend sal berê jî avahiya Huzur bi heman rengî hilweşiya û wiha axivî: "Di hilweşîna avahiya Huzur de jî mirov mirin. Niha dê ji vê yekê re bêjin qeder. Ev ne qeder e. Ev îhmal e. Ev sersariya şaredariya Zeytînbûrnû ye. Berpirsiyarê vê yekê şaredarî ye. Li gel ku xizarek mezin hebû jî bîna xera nekirin. Şerîdê li dora avahiyê rakirin.
Ruhsata şaredariyê tune bû."
TETBÎR NEHATIN GIRTIN
Şêniya taxê Dilber Kiliçaslan jî şaredariya Zeytînbûrnû rexne kir û anî ziman ku sedem sersariya şaredariyê ye. Kiliçaslan, anî ziman ku niha li sûcdaran digerin û wiha got: "Çila li Sûcdaran digiren. Ew bi xwe suçdar in. Divê berê tedbîr girtibûna. Mohrkirina avahiyê ne detbîr e. Li tenişta avahiye ATM’ê hene. Di bin avahiyê de ATM hatine avakirin. Ev jî nîşan dide ku tu tedbîr nehatine girtin. Hûn çiqas nûçeyan çêkin çêkin kesên mirin ji kîsê xwe çûn. Ez hatina qanalên TV'yan wekî çêran dibînim. Dibêjin ev qeder e. Ev ne eder e. Sersarî ye.
'QEDER NÎNE ÎXMALE’
Kiliçaslan, da zanîn ku welatiyên taxê ji ber vê rewşê gilîdarin, beriya avahî hilweşe kampanyaya îmzeyan dabûn destpêkirin lê xwediyê benzînxaneyê bi çekê gef li wan xwariye û wiha got: “Ger îro derbikevim qadê dê çend kes piştgiriyê bide min û bi min re biqêre. Li vê taxê hemû kes gilîdare. Ji sala 94’ê were li vir dirûnim. Ev avahî ji sedî 99 bi xisar girtiye. Avahî xwehr bûbû. Dema ez deridketim balkonê min ji xwe re digot ‘ev avahî dê rojekê hilweşe’. Em gelekî ji qederê bawer dikinin lê ev ne qeder îxmale. Ne pêwîste ku em li îxmalkar bigerin hemû kes vê dizane. Ez wekî welatiyekê dibêjim divê avahiya hatiye mohrkirin bê hilweşandin. Di avahiyê de kesek tune bû lê yên li derve jiyana xwe ji dest dan.”
'ME BERTEK NÎŞAN DA LÊ MUDAXELE NEKIRIN’
Kiliçaslan, anî ziman ku avahî heta meclîsê jî çûbû, lê ligel bertekên wan nîşandan jî tu mudaxele nehatiye kirin û wiha pêde çû: “Li rex avahiyê benzînxaneyek vekirin. Em dibêjin ku bila rayedar peywira xwe rast bikar bînin. Ez nikarim peywira wan nîşanî wan bidim li wir wekî peywirdar hatine bicihkirin lê bila karê xwe rast bikin. Ev avahî xirabe bû diviya bû heta niha nemaba. Em di nava tirsekê de ne. Dê rojekê hilweşe em dizanin. Min hilweşîna wir temaşe kir dibe ku sibê dema bi ser min de hilweşiya kesek din temaşe bike.”
'GER RASTÎ DERKETINA DIBISTANÊ BIHATA...’
Esnafê taxê Îsmet Dogan destnîşan kir ku avahiya ku di erdhejê de xisar dîn 16 salan rastî tu mudaxeleyan ne hatiye û wiha domand: “Avahî ji ber erdheja 99’an xwar bû. 16 salan kesekê tiştek nekir. Mirov wiha di avahiyê de man. Şaredariyê ji ber vê tiştek nekir. Heta sala 2015’an mirov di vê avahiyê de jiyan. Ger bûyer rastî dema xwendekar ji dibistanê derdiketin bihata dê gelek kesan jiyana xwe ji dest bidana. Ev sûcê şaredarî û xwediyê avahiyê ye.”
‘SÛCÊ ŞAREDARIYÊ YE’
Esnafê bi navê Ugur Alçan ê ku li rex avahiyê kar dike destnîşan kir ku di hilweşîna avahiyê de sûc ê şaredariyê ye û wiha axivî: “Sûcê şaredariyê heye ji ber ku avahî valekiribûn lê xira nekiribûn. 52 daîre hene di vê avahiyê de, 32 daîre yên xwediyê petrolê 20 daîre jî yên welatiyan ne. Şaredariyê ku avahî tehliye kiriye kêm qad danê. Ev jî ji ber ku xwediyên erd gelekin di nava xwe de pêk nehatin. Şaredariyê tu ewlehî negirtibûn. Îxmal heye, ev ne cihekî ji rêzê ye bi riya E5 ve girêdayî ye. Di saetên şevê de trafîkek mezin heye. Bi şens di demek rihet de bûyer pêk hat. Daxuyaniya ku serokê şaredariyê da ji bo parastina xwe bû min wisa fam kir. Diviya bû avahî bihata hilweşandin.”
Ugur Atabay - dîhaber