Girtî ji ber pêkanînên girtîgehê dest bi greva birçîbûnê dikin

ÇANKIRI - Girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Çankiriyê dimînin, li dijî kamerayên ku li qadên jiyana wan hatine bincihkirin, diyarkirin ku dê roja Duşemê greva birçîbûnê ya bêdem bidin destpêkirin.

Girtiyên PKK’î yên li Girtîgeha Çakiriyê dimînin, beriya niha li dijî kamerayên ku dixwestin li destşok, serşok û kawişên wan bên bicih kirin derketibûm. Piştî bertekên girtiyan sozgerê ku hat girtîgehê biryar da ku kamera neyên bicihkirin lê girtiyên xwe gihandine malbatên xwe diyar kirin ku kamera hatine bicihkirin.

Girtiyan bi riya malbatên xwe daxuyaniyek dan çapemeniyê û dan zanîn ku ew ê roja Duşemê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem bikin û heta kamera bên rakirin ew ê çalakiya xwe bidomînin. Girtiyan bang li parêzvanên mafê mirovan û parlamenteran jî kirin ku bên girtîgehê û lêkolînan bikin.