HDP'î Atalan: Ji bo rejîmê digirin û binçavdikin

MÊRDÎN - Parlamenterê HDP'e yê Mêrdînê Ali Atalan, têkildarî binçavkirina 10 kesên di navde Hevşaredarên Nisêbînê Sara Kaya û Cengiz Kok jî heye diyar kir ku armanca girtin û binçavkirinan amadekariya rejîma serokdewletiyê ye.

Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Nisêbînê binçavkirina 10 kesên di navde Hevşaredarên Nisêbînê Sara Kaya û Cengiz Kok jî heye bi daxuyaniyekê şermezar kir. Endam û rêveberên DBP'ê û Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Ali Atalan, Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Leyla Birlik, Hevserokê HDP'ê yê Nisêbînê Hamit Tokay û gelek rêveberên DBP'ê li avahiya HDP'ê ya Nisêbînê kom bûn û civîna çapemeniyê pêk anin.
Di civînê de Parlamenterê HDP'ê Alî Atalan, diyar kir ku AKP'ê li dijî vîna gel operasyona qirkirina siyasî daye destpêkirin û wiha got: "Tu êrîş û polîtîka dê nikaribe gel ji doz û armanca wan dûr bixe. Îktîdara AKP'ê bi girtin û binçavkirinan dixwaze rê li pêş rejîma serokdewletiyê veke û amadekariyê rejîma serokdewletiyê dike. Piştî ku AKP'ê dît bi dengê gel nikare bibe dîktator niha bi zext û zordariyan dixwaze serdestî û dîktatoriyê pêş bixe. Divê gel li dijî vê neheqî û bê hiqûqiyê bêdeng nemîne û vê yekê tu carî qebûl neke. Em dê di demek kurd de mafê xwe yê demokratîk û azadiyê bi dest bixin."