Nahêlin girtiyê nexweşê Crohn bê dermankirin

ANTALYA - Rewşe tenduristiya Xebatkara Kovara Ozgur Halkê Devrîm Ayik ê li Girtîgeha Kiriklarê ku bi nexweşa Crohnê ye her ku diçe giran dibe. Ayik, bi riya malbata xwe peyam şand û diyar kir ku rayedarên girtîgehê destûr nadin wê ku bê dermankirin.


Xebatkara Kovara Ozgur Halkê Devrîm Ayik ku 18 meh berê hat girtin û şandin girtîgeha Tîpa F a Kiriklarê, li gel nexweş e nayê dermankirin. Ayik, di ziyareta vekirî de agahî da malbata xwe û diyar kir ku rayedarên girtîgehê destûr nade wê ku bê dermankirin. Dayika Devrîm Ayik Hulya Ayik, anî ziman ku ji meha Nîsanê heta niha neçûbû hevdîtina kurê xwe û wiha got: "Kurê min bi nexweşiya kronê ye. Ger ku neyê dermankirin rîska ku bibe nexweşiya pençeşêrê heye. Nêzî 18 mehin girtî ye û nayê dermankirin. 10 kilo daye. Ji bo bê dermankirin me serî li rayedaran da, lê heta niha tu bersîv nehatiye dayîn. Divê her ji 14 rojan carekê derziyê li xwe bide. Her derziyek bi 2 hezar û 500 tl ye. Divê li derve bê dermankirin Em dizanin roj bi roj rewşa wî xerab dibe.

Ayik, da zanîn ku dê ser hewşê hewa stendinê jî bigirin û wiha got: "Êdî li girtîgehê girtiyên ku hewa lê bistînin namîne. Cihê bêhnê lê bistînin tune. Gelek nexweş li girtîgehê hene. Ger ku rê li pêş neyê girtin dê di demek nêzîk de gelek darbestên girtiyan ji vê girtîgehê derkevin. Li kawîşên 3 kesan 6 kes dimînin.

Rayedarên girtîgehê diyar kirin ku têkildarî mijarê nikarin agahî bidin.