ÎZMÎR - ÎHD’a Îzmîrê diyar kir ku rewşa girtiyê nexweş Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk her ku diçe girantir dibe û banga hestiyariyê li aliyên pêwîst kir.
Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş ên li girtîgehan li ber Konak Eskî Sumerbankê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniya ku endamên kolemeyê û nûnerên partiyên siyasî û saziyên civaka sivîl tevlî bûn de pankartên “Tipa Edlî bû darvekirin, daraz biryara înfazê dide” û “Bêdeng nebe û nebe şirîkê sûc dimirin” hatin vekirin. Li ser navê komeleyê rêvebirê komeleyê Ahmet Çîçek, axivî û bal kişand ser rewşa Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk ê beriya niha hatibû girtin.
Çîçek ku bi gotina Turk a “Hêvaiya me Tirkiyeyek demokratîke. Ger em hemû êşan wekî êşên xwe nebînin em nikarin encamekê bigirîn” dest bi axaftina xwe kir û wiha got: “Girtîgeh tejî bûne, di hucreyên 3 kesî de 9 kes tên girtin û şertên jiyanê her ku diçin girantir dibin. Kesên bitendirûst dikevin girtîgehê nexweş dikevin, di demên dirê de bi nexweşiyên giran dikevin û ji 15’ê Tîrmehê were sirgûnên di nava girtîgehan de zêde bûne. Li gorî daneyên komeleyê ji 905 girtiyên nexweş rewşa 323 kesan girane. Yek ji van girtiyên nexweş jî kesayetiyek siyasî ku ji gel re bûye mal Hevşaredarê Mêrdînê Ahmet Turk e.”
'TURK DIVÊ DI DEMEK KURT DE BÊ BERDAN’
Çîçek, destnîşan kir ku her kes dizane ku nexweşiya dil a Turk heye, bi pîla dil jiyana xwe didomîne û wiha axivî: “Di hûrnêrînên dawî de derketiye holê ku di çavê rastê yê Turk de katarak heye. Pêwîste bi lezgînî turk bê emelyatkirin. Divê Ahmet Turk ku Tirkiye wî wekî xwedî kesayetiyek siyasî nas dike, hemû merheleyên siyasî dîtine û bûye şahidê wan di demek kurt de bê berdan.”
Çîçek axaftina xwe bi gotinên Turk wiha bidawî kir: “Pêwîst nake ku rewşa tendirûsitiya min ev qas derbixînin pêş. Ev tiştên ku nebine rojev. Em dizanin çima me li vir digirin. Ez rast nabînim ku rojev bi nexweşiya min û nebirina min a nexweşxaneyê mijûl kirin. Ji kerema xwe re vê dernexînin pêş. Girtinek bêmaf heye. Tecrîd îşkenceye. Tecrîdê bînin rojevê. Ji nexweşiyê zêdetir ez ji bêkanînên bêhiqûqî gilîdarim.”