STENBOL - Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Evrenselê Fatîh Polat, di "Sempozyuma Azadiya Ramanê" ku ji bo bîranîna Rojnameger Ugur Mumcu, Metin Goktepe û Hrant Dink hat lidarxitin diyar kir ku 6 rojnameger 21 rojin di bin çavan de ne û binçavkirina 21 rojan êdî bûye înfaza bê daraz.
Ji bo bîranîna Rojnameger Metîn Goktepe, Hrant Dîng û Ugur Mumcu ên hatin kuytin, li Otela Taksim Intercontinental a Stenbolê "Sempozyuma Azadiya Ramane" hat lidarxistin. Di sempozyuma ku 2 rojan bidome de gelek rojnameger amade bûn. Di sempozyumê de dê mijarên cudakariya civakan, gotinên nifrînê û gotinên huner û wêjeyê dê bên hiqaşkirin.
Li salonê karikaturist Semih Poroy û Musa Kart pêşengeh vekirin. Li salonê piştî axaftina vekirina sempozyumê ji bo bîranîna Ugur Mumcu, Metin Goktepe û Hrant Dink axaftin hatin kirin. Prt. Fikret İlkiz pêşkêşiya sempozyumê kir. Rojnameger Fatih Polat, Erol Onderoglu, Kemal Goktaş, Ozgur Mumcu û Nazım Alpman wekî panelîst amade bûn.
'DIXWAZIN CÎNAYETÊN ANTER Û DİNK TÊXIN SITUYÊ FETO'
Nûnerê Rêxistina Rojnamegerên Sînornenas (RSF) yê Tirkiye Erol Onderoglu diyar kir ku ji roja dest bi rojnamegeriyê kiriye heta niha her dem rastî zextan tê û kesên kujer nayên darizandin. Onderoglu wiha got: "Di serî de cînayeta Musa Anter, Hrant Dink û û gelek rojnamegerên din dixwazin têxin situyê Cemaeta Gulen û ser wê bigirin. Di doza Musa Anter de Hamît Yildirim ku 3 sal şûnde hat girtin û darizandin jî FETO nîşan dide. Rojnameger Nazım Alpman jî anî ziman ku di doza Metin Goktepe de bi şopandina fikrê dikeve rojevê û wiha got: "Têr nebe jî polîsan ceza girt. Em niha ji serdema 90'î wêdetir di rewşek xerab de ne. Di vê serdemê de yen herî mexdûr kurd in.
BINÇAVKIRINA 21 ROJAN ÎNFAZ E
Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Evrenselê Fatîh Polat, di "Sempozyuma Azadiya Ramanê" ku ji bo bîranîna Rojnameger Ugur Mumcu, Metin Goktepe û Hrant Dink hat lidarxitin diyar kir ku 6 rojnameger 21 rojin di bin çavan de ne û binçavkirina 21 rojan êdî bûye înfaza bê daraz. Polat gotina Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag a "Rojnamegerên girtî tune" bibîr xist û wiha got: "Ev bi xwe mukurhatine. Ev gotin bi xwe mudaxaleya darazê ye."
Rojnameger Kemal Goktaş jî anî ziman ku yekem rojnameger û rewşenbirê ku li ser pirsgirêka ermeniyan hûr bû Hrant Dink e û Dink wekî "Rewşenbirê nûjen" bi nav kir.
Kurê Ugur Mumcu Ozgur Mumcu jî anî ziman ku dema failan dipirsin, rastî qerfan tên û wiha got: "Me niha rastî komkujiyên mezin tên. Bêdengîya li dijî guhertina Qanûna Bingehîn me dixe nava fikaran. Ger ku KHK yek nû derkev em êdî dê bi binkirazê sor derkevin pêşberî dadger.
Sempozyum, de bi mijarên “PMME û azadiya ramanê" û “DMME û pêkanîn" berdewam bike.