AMED - Şaxa ÎHD’ê ya Amedê û xizmên windayan di hefteya 414’emîn de çalakiya aqûbeta windayan berdewam kirin. Vê hefteyê jî li aqûbeta winda Omer Onen pirsîn. Hevjîna Onen, Nezîre Baran diyar kir ku kujerê hevjînê wê dewlet e 23 sal in aqûbeta hevjînê wê nediyar e.
Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan di hefteya 414’emîn de çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” dewam kir û careke din aqûbeta windayan pirsîn. Daxuyaniya ji ber OHAL’ê destû nayê dayîn li Parka Koşuyolu bê dayîn vê hefteyê jî li avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Amedê hat dayîn. Di çalakiyê de rêveber û endamên ÎHD û gelek xizmên windayan amade bûn û wêneyên windayan hatin hildan.
‘WINDA BIHATINA DÎTIN ROBOSKÎ PÊK NEDIHAT’
Di çalakiyê de ewil Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Amedê Racî Bîlîcî axivî û diyar kir ku bi salane ji bo aqûbeta windayan têdikoşin û heta winda bên dîtin û kujer bên darizandin dê têbikoşin. Bîlîcî anî ziman ku heke windayên di salên 1990’î de bihatina dîtin dê îro jî komkujiyên wek Roboskî û yên din pêk nehatina û
heta berpirsên van windayan dernekevin holê dê tu pirsgirêk neyê çareserkirin û aşîtî û demokrasiyek mayînde pêk neyê.
‘GUHERTINA MAKEZAGONA BINGEHÎN XETEREYAN ZÊDE DIKE’
Bîlîcî ji bo bidawîkirina OHAL’ê carek din bang li rayedarên hikûmet û dewletê kir û wiha got: “Hevdîtinên makeqanûna bingehîn ku niha li meclîsê tên dîtin, xetereyek mezin dide mirovan. Divê makezaognek ku hemû gel din av de cih bigirin û her kes dikaribe xwe îfade bike bê çêkirin. Heke makezagon wisa bê guhertin dê tu pirsgirêk neyên çareserkirin. Heke makezaognek li gor daxwaza gelan bê çêkirin, dê hemû pirsgirêk bên çareserkirin.” Bîlîcî di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser binpêkirina mafan ku pêk tê û bang li rayedaran kir ku OHAL bê rakirin û pêşiya siyaseta demokratîk bê vekirin.
‘KUJERÊ HEVJÎNÊ MİN DEWLET E’
Pişt re çîroka Omer Onen ê ku di 14’ê çileya 1994’an de li Çinara Amedê hat windakirin hat vegotin. Hevjîna Onen, Nezîre Baran di çalakiyê de axivî û wiha got: “Di şexsê hevalê xwe de hemû windayan bibîr tînim. Belê îro salvegera hevalê mine û ev bû 23 sal winda ye. Hêj nasnameya me ya mehrbûnê nîn bû wî j ime qetandin û windakirin. Dema hevalê min windakirin OHAL’a Tansu Çîler hebû îro jî OHAL’a Erdogan heye. Ji ber pêkanînên OHAL’a wê demê me bi bi awayek tekûz nikaribû li aqûbeta wî bipirsin. Li gel pêkanînan jî ji çiyayan heta dar û deviyan her dever li nav hev xist, lê me wî nedît. Kujerê hevalê min dewlet e û ez wî ji dewletê dixwazim. Ez demildest hestiyên wî dixwazim û bila faîlên wî bên dîtin. Heta ku aqûbeta hevalê min diyar nebe, ez ê heta dawiya dilopek xwîna canê xwe têbikoşim û dev ji vê dozê bernadim.”