AGIRÎ - Jinên li gundê Kava ê Agiriyê dijîn, bi destpêkirina werza zivistanê ya demdirêj re bi Teşiyên ku ji destê xwe dernaxin bi hiriya dirisin dest bi çêkirina gore, patîk, qazax û mehfûran kirin.
Jinên li gundê Kavaka Agiriyê dijîn, Teşî k udi çanda kurdan de xwedî cihekî girînge ji destê xwe dernaxînin. Jinên ku ji bo hiriya ku bi hatina biharê re bi kir kirina mihan tê bidestxistin, bikin ben Teşiyên xwe badidin, bi benên ku çêkirine di dmehên zivistanê de gor, patîk, qazax, mehfûr û berikan çêdikin.
HUNERA MEZIN KEDEKÊ DIXWAZE
Jina bi navê Fatma Gezer ku di 13 saliyê de bikaranîna Teşiyê ji dayîka xwe hîndibe û ev 33 sale ji destê xwe ne xistiye wiha dibêje: “Teşî kevneşopiyek gelek girîng a çanda kurdan e. Lê êdî ev çand hat jibîr kirin. Ji bo tu Teşiyê bikar bînî pêwîstî bi hustatiyê heye. Dema hewa germ dibe em mihên xwe kir dikin. Em hiriya ku bidest dixin li ser newala gund dişûn û piştre jî bi şeyê hiriyê şeh dikin. Hirya kut ê paqijkirin em bi darekê dikutin û nerm dikin. Piştre em hiriyê dixin duv Teşiyê û dikin ben. Piştî em benê bidest dixin dikin gilok û dest bi çêkirina tiştan dikin.”
‘BENÊN XWEZAYÎ BI TENDIRÊUTITIN’
Gezer da zanîn ku ji benê bidest dixin ew gore, patîk, qazax, berik û mehfûran çêdikin û wiha pêde çû: “Em gelek cilên xwe bi keda destê xwe çêdikin. Bi vê em hem alîkariyê didin malbatê xwe hem jî bi saya benên xwezayî em cilên bitendirûst li xwe dikin. Em qazax, gore û patîkên çêdikin wekî kevneşopiya xwe diyarî mêvanên xwe jî dikin.”
HEM GERME HEM JÎ BITENDIRÛSTE
Gezer, da xuyakirin ku cilên ji benê hiriyê tê bidestxistin bi tendirûste û wiha axivî: “Cilên bi vî benî hatine çêkirin germtirin. Em qazaxan linexweşên bronşît ên li gundên me dikin. Gore jî bi taybet kesên ku romatîzmayên wî hene li xwe dikin.”