STENBOL - Dayikên Şemiyê çalakiya xwe ya qada Galatasarayê di hefteya 616'an de berdewam kirin. Vê hefteyê nameya Dayika Hasan Ocak Emine Ocak a ji ber nexweş bû nekarîbû beşdarî çalakiyê bibe hat xwenin. Ocak diyar kir ku xwîna zarokên wan li vê qadê ye û wiha got: "Binerin dayik dimirin. Em dimirin. Ger ku dayik bimirin jî ev pirsgirêk xelas nabe. Heta ku hestiyên zarokên me hatin teşhiskirin bila gora me Qada Şemiyê be. "
Dayikên Şemiyê bi armanca aqûbeta windayan bipirsin di hefteya 616’an de disa bi qurnefil û wêneyên zarokên xwe li Qada Galatasarayê kom bûn û çalakî pêk anîn. Dayikên ku qurnefilên sor û wêneyên zarokên xwe hembêz kirin çarikên spî yên sembola “Aştiyê" danîn qadê û pankarta “Faîl diyar in, winda li ku de?" vekirin. Wekî her hefteyê vê hefteyê jî dowîz rakirin û gelek kes di çalakiyê de amade bûn. Di çalakiya vê hefteyê de xwestin kujerê Abdullah Canan ê di sala 1996'an de li Geverê hat binçavkirin û piştre hat windakirin bê dîtin û darizandin. Ewil biraye Cemil Kirbayir Mikail Kirbayir axwivî û wiha got: "Hûn nikarin dengê me qut bikin. Ji me dûr bikevin. Axaftina me asteng nekin.
'JI DENGÊ WÎJDAN NETIRSIN'
Birayê Nurettin Yedîgol ê di bin çavan de hat windakirin Muzaffer Yedîgol jî anî ziman ku bi salan e li qadan têkoşîna lêgerina windayan dide û wiha got: "Em ji rayedarên hikûmetê dipirsin û dibêjin ji me netirsin. 15'ê Tîrmehe bi serê we de hat. Yê me jî 12'ê Îlonê bi serê me de hat. Em Nurettin Yedigol bibînin. Bila ji niha û şûnde êdî mirovên din winda nebin. Bila aştî bê vî welati. Ji me netirsin em dengê wîcdan in.
GORA ME QADA ŞEMIYÊ YE
Piştre nameya ku dayika Hasan Ocak Emine Ocak a ji ber nexweş e nekarîbû beşdarî çalakiyê bibe şandiye hat xwendin. Emîne Ocak di nameya xwe de wiha got: "Me bi bedelan ev qad bi dest xist. Me ji bo zarokên xwe dest ji xwe berda. Lê me dest ji edaletê berneda. 21 salin en li vir in. Çongê me riziyan. Bila rêveberî li me guhdar bike. Hûn bi binçakirinê nikarin rastiyan biguherînin. Binerin dayik dimirin. Em dimirin. Lê dîsa ev çalakî û ev pirsgirêk neqediya. Xwîna zarokên me li ser vê qadê heye. Bila tu kes hevî neke ku em dest ji vê qadê û çalakiyan berdin. Heta ku hestiyên zarokên me bên dîtin emê li vir bin. Em mirin jî cihê gora me Qada Şemiyê ye."
ÎŞLIGÊ BAVÊ MIN HÊJ DI GARDIROBE DE YE
Piştre kurê Abdullah Canan ê di 17'ê Çileya 1996'an de hat binçavkirin û windakirin Tayyip Canan axivî. Canan anî ziman ku ew di nava êşê de mezin bûn û wiha got: "Pira min 45 rojan di şibakê re li riya kurê xwe nerî. Îşligê bavê min hêj di gardirobê de tê parastin. Em dixwazin hûn empatî bikin. Em dê ji bo têkoşîna rêzdar bavê min Abdullah Canan têkoşîna aştî û demokrasiyê berdewam bikin."
JI BO CANAN DEST JI LÊGERÎNA EDALETÊ BERNEDA HAT KUŞTIN
Herî dawî Gulseren Yolerî daxuyani xwend û binçavkirina Maside Ocak a hefteya borî şermezar kir. Yolerî, ani ziman ku wan di sala 2011'an de bi Serokwezîrê wê demê Erdogan ku niha Serokomar e re hevditin kir û wê demê gotibû ‘Tişta ji destê me bê emê bikin' . Abdullah Canan wekî Serokê Baroya Amede Tarîh Elçî ji bo ku li pey edaletê bû hat kuştin. Abdullah Canan 43 salî bû. Ji Geverê bû. Ji bo windayan li Fermandariya Tabûra Komandoyê Çiyê ya Geverê gilî kir. Ligel 7 xizmên xwe der barê Serbaz Mehmet Emin Yurdakul de serî li dozgeriyê da û gilî kir. Li ser vê yekê Serbaz Yurdakul, xwest dest ji gilî berde û gef li Canan xwar. Lê ji ber ku Canan ji doz û lêgerîna edaletê venegeriya hat binçavkirin û di bin çavan de hat kuştin. Cenazeyê Canan di 21'ê Sibata 1996'an de piştî rastî îşkenceya giran hat dest û piyê wî girêdayî li ser rêya Gever Bajirgehê hat dîtin. Canan bi 7 gulan hat kuştin. Ji bo kujer Serbaz Mehmet Emin Yurdakul û Efser Nihat Yigiter bên darizandin li Dozgeriya Komarê ya DGM'ê doz hat vekirin, Lê heyetê diyar kir ku Canan dri şer de hatiye kuştin û bersûc beraet kirin. Divê dewlet diyar bike ku berpirsiyarê kuştina Canan e. Divê bê necezakirina 21 salan bi dawî bibe."