Xwestin girtiyê nexweş Arslan bê berdan

STENBOL - Di çalakiya “Tîpa F” a vê hefteyê de bal hat kişandin ser rewşa girtiyê nexweş Serdar Arslan ê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê dimîne û hat xwestin ku serbest bê berdan.

Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş di hefteya 251’emîn de çalakiya “Tîpa F” li Meydana Galatasarayê pêk anî. Di çalakiya ku dirûşmên “Bêdeng nebe û nebe şirîkê sûc” û “dawî li îşkenceya lêgerîna bêrûmet bînin” hat berzkirin pankartên “Tecrîd dikuje, bila girtîgehên Tîpa F bên girtin” û “Bila girtiyên nexweş bên berdan” hatin vekirin. Vê hefteyê balkişandin ser rewşa girtiyê nexweş Serdar Arslan ê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê ye û xwestin serbest bê berdan.

Di çalakiyê de endamê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Tuncay Yîgît axivî. Yîgît, da zanîn ku di mayenên ku Arslan ji komeleyên wan re şandine diyar kiriye ku ew birine Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Trakyayê birine pêşberî heyetê û agahiya ji ber pixtîbûna di mejiyê wî de xitimîn çêbûye girtiye. Yîgît, nameya Arslan ku behsa pirsgirêkên xwe yên tendirûstiyê dike wiha ragihandin: “Di gurçikên wî de du kîst hene. Heyetê derbarê xitimîna di mejiyê min de rapor amade kir. Lê rapor nedan min. Revîra nexweşxaneyê got rapor nederbas dare û dê carek din min bibin Zanîngeha Trakyayê. Ez birim lê encamên MR ên mejî hatibûn ji bîrkirin. Ji ber doktorê li beşa norolojiyê muayeneya bi kelepçe ferz kir nîqaş derket. Derbarê nexweiyên min ên hepatît û astimê de jî tu tiştek ne hat kirin. Ji xwe şertên OHAL’ê yên em têre derbas dibin çi dibe bila bibe ez ne li benda encamek baş bûm. Ez ji encama ku derketiye şaşwaz nebûm.”

Yîgît, da zanîn ku ew wekî parêzvanên mafê mirovan ji bo teşhîs û tedawiya Arslan bê kirin dibêjin divê bê berdan.