Hevseroka KCD'ê Guven: Bêyî Kurdan kes nikare sînoran xêz bikin

WAN - Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven di panela "Li dijî polîtîkayên şer û kaosê, lêgerîna çareseriya demokratîk" de diyar kir ku beyî kurdan kes nikare li Rojhilata Navîn sînoran xêz bike. Parlamenterê HDP'ê Ayhan Bîlgen jî polîtîkayên hikûmetê yên derve rexne kir û anî ziman ku yên nikaribin pirsgirêkên nava xwe çareser bikin dê nikaribin derve jî çareser bikin.

Rêxistinên HDP û DBP'ê yên Wanê, li salona VATSO panela "Li dijî polîtîkayên şer û kaosê, lêgerîna li çareseriya demokratîk" pêk anî. Di panelê de Parlamenter û bersevkê Koma HDP'ê Ayhan Bîlgen, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, parêzera Buroya Hiqûqê ya Asrînê Prz. Newroz Ûysal, Hevserok û rêveberên HDP û DBP'ê yên Wanê û nûnerên rêxistinên civakî, hevparên TJA'yê û Dayikên Aştiyê amade bûn. Ewil Hevserokê DBP'ê yê Wanê Ahmet Aygun li ser wate û girîngiya civînê axivî.

GUVEN: EM LI RÛMETA HEV XWEDÎ DERKEVIN'

Hevseroka KCD'ê Leyla Guven jî polîtîkayên Ak Partiyê rexne kir û wiha got: "AKP'ê bi temamiya Tirkiye daniye aliyekî û hewl dide welêt bi keyayan bi rê ve bibe. Weke gel em ê li dijî vê têbikoşin. Em ê bêjin gelê Kurd çi dixwaze. Çi dibe bila bibe em her tim li hev bicivin. Pêwîstiya Colemêrg, Şirnex, Wan, Amed bi hev heye. Em xwedî li hev û rûmeta xwe derkevin. Lewma civînên bi vî rengî gelekî girîng in."

BEYÎ KURDAN KES NIKARE SÎNORAN XÊZ BIKE

Guven, destnîşan kir, bêyî Kurdan kes nikare li Rojhilata Navîn sînoran xêz bikin û wiha berdewam kir: "Yên hewl didin bêyî Kurdan li dora maseyê rûnên, divê baş li rewşa xwe bifikirin. Gelê Kurd li Rojava statuya xwe ava kir. Dema naskirina vê statuyê ye.

'NAVNÎŞAN BIRÊZ OCALAN E'

Guven êrîşên qirkirinê yên li dijî kurdan jî rexne kir û wiha berdewam kir: "Vîna gelê Kurd neceribînin. Gelê Kurd vîna xwe li Girtîgeha Amedê nîşan da. Sakîne Cansiz li girtîgeh tû li rûyê Esat Oktay kir. Jinan tu carî teslîmiyet qebûl nekirine û wê qebûl nekin. Lewma êrîş dikin û hewl didin jina tesfiye bikin. Çare azadiya Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan e. Em Birêz Ocalan weki nîşana çareseriyê dibînin. Di vê serdemê de ne pêkane Kurd bê statu bijîn.

BÎLGEN: EMÊ BI SER BIKEVIN'

Berdevkê Koma HDP'ê Ayhan Bîlgen jî polîtîkayên Ak Partiyê rexne kir û wiha got: "Welatekî ku nikaribe pirsgirêkên xwe çareser bike, dê çawa pirsgirêkên welatekî din çareser bike? Armanca yekane ya li El Babê ev tirs e. Rêveberiyek ku bi polîtîkayên zextê dimeşe, li ser kar e. Li Afrîka û Asyayê ev rêbaz bi kêr nehatin. Aramî û aştî nehat. Ji bo dîtina vê rastiyê, têrê dike ku mirov tenê li 10 salên dawî binêrin. Erdogan û kesên hêviyê ji wî dikin, wê têk biçin. Em naxwazin gelên Tirkiyeyê winda bikin. Yên serî ditewînin, teslîm dibin, wê bi her awayî winda bikin. Yên bi ser bikevin jî em in."