AMED - Serokê Lijneya Rêveberiya TMMOB'ê Emin Koramaz got, bi plana îmarê ya hatiye guhertin dê raçînga dîrokî û mîmarî ya Sûrê ji holê bê rakirin.
Serokê Lijniyeya Rêveberiya Odeya Endezyar û Mîmarên Tirk (TMMOB) Emin Koramaz di civîna çapemeniyê ya li Şaxa Odeya Endezyarên Makîneyê ya Amedê de axivî. Koramaz got, polîtîkayên şer bajar serobino kirine û diyar kir ku, pêkanînên îroyîn rehmetê li cûntaya 12'ê Îlonê dîtinin.
‘OHAL VEGUHERÎ CÛNTAYÊ'
Koramaz anî ziman ku, sepandinên Rewşa Awarte veguherîne cûntayê û diyar kir ku, her diçe şidet zêde dibe û bi vê re civakê dikişînin gerînekekê. Koramaz anî ziman ku, wan bi girtin, dûrxistina ji kar, operasyonên derveyî sînor, binçavkirinan dest bi sala nû kiriye û wiha axivî: "Bajarên me veguherandin qadên şer. Piştî operasyonên tên meşandin careke din bandora rûxîner a şer li ber çavan aşkere bû. Bajarên me yên bi hezaran mirov li kuçeyan jiyana xwe ji dest dan, niha veguherîne rewşeke rûxîner. Mafê bingehîn ên hêwirandin û jiyanê yên mirovan bi çekan hat desteserkirin." Koramaz têkildarî Guherandina Plana Îmarê ya Bi Mebesta Parastinê ku ji aliyê Wezareta Hawirdor û Bjarasaziyê li navçeya Sûrê hatiye peyitandin de axivî û wiha got: "Bi vê guherînê dê li hemû taxan qereqol bên çêkirin, dê hemû tax bi dîwarên 8 metrekareyî yên emniyetê bên hawirdorkirin û tê dîtin ku dê hemû raçînga dîrokî û mîmarî ya bajêr ji holê bê rakirin."