SÊRT – Li Sêrtê, Malên Casê yên ku mîrateya çandî ya bajêr in ji ber bêeleqetiyê bi tunebûyînê re rû bi rû mane.
Li Sêrtê, raçînga dîrokî ya piraniya Malên Casê ji ber bêeleqetiyê winda dibe. Malên dîrokî yên havînan hênik, zivistanan jî germ in, bi casê hatine çêkirin. Ev mal di şiklên pîramîdan de ne yanî ji jêr ber bi ber jor ve her diçin teng dibin. Cas a li herêmê, bi kevirên kilsê yên li firinan tên şewitandin û hêrandin pêk tê.
MALÊN CASÊ DOSTÊN HAWIRDORÊ NE
Li deriyên Malên Casê yek jê bi ndegê xwe tîz û yên din qebe, du zingil hene. Fîgurê destgirtî remza mêvanên mêr, fîgura destvekirî jî ya jinê nîşan dide. Bi vê taybetmendiya xwe, xwediyê malê fêm dike ku bê mêvanê/a hatiye malê jin e yan mêr e. Malên Casê bi vê hêla xwe jî taybetmendiya civakên girtî nîşan dide. Di çêkirina van malên du qat an jî sê qatî de, ji ber malzemeyên tên bikaranîn ji ber madeyên xesarî di xwe de nahebînin, di heman demê de dostê hawirdorê ne.
MÎRATEYA ÇANDÎ YA BAJÊR TUNE DIBE
Malên Casê yên dîrokî, ku di warê turîzma herêmî de xwedî cihekî girîng in, bi tunebûyînê re rû bi rû mane. Her çi qas ji bo parastina van malan gelek hewldan hatibin kirin jî, niha ji ber bêeleqetiyê bi rûxandinê re rû bi rû mane.