ÎZMÎR - Zaroka 3 mehî Nouf a Sûriyeyî ku dayîk û bavê wê li Torbaliyê karê paletiyê dikin “ji ber bi başî ne hatiye xwedîkirin û bêhntengî” jiya jiyana xwe ji dest da.
Li cîhanê ku hêjî drama wêneyê cenazeyê zarokê bi navê Alan Kurdî yê panaber ku li ber peravên behrê da bandora xwe didomîne vê carê jî li Torbaliya Îzmîrê zaroka 3 mehî Nouf şeva bihûrî “Ji ber bi başî ne hatiye xwedîkirin û bênhtengî jiyaye” jiyana xwe ji dest da.
NE HAT MUAYENEKIRIN
Nouf ku Sêşema bihûrî hewale derbas kir, ji aliyê malbatê ve rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Torbaliyê. Nexweşxaneyê ji ber “nasnameya ewlehiya derbasdar” a malbatê tuneye Nouf muayene ne kirin. Ji malbatê hat xwestin ku ji bo muayeneyê biçin Îzmîrê û “nasnameya ewlehiya derbasdar” bistînin. Lê ji ber perêyê malbatê yê rê tunebû zarokan xwe girtin û zivirîn malê.
JI ZAROKA 3 MEHÎ RE DARBESTA MEZINAN
Dayika Nouf ku nexweşiya wê berdewam dikir dît ku zaroka wê şeva bihûrî bêhnê nagire. Malbatê zarok carekdin bir nexweşxaneyê lê zarokê jiyana xwe ji dest dabû. Zaroka kul i nexweşxaneyê otopsiya wê hat kirin, duh serê sibê bi darbesta ji mezinan re hatiye çêkirin ji nexweşxaneyê hat derxistin û hat definkirin. Bav Abdulkerîm Eltuş ku piştî zaroka xwe defin kir, bêyî êşa xwe bijî mecbûr ma vegere ser karê xwe diyar kir ku bijîşkan gotiye ku zaroka wê “Ji ber baş ne hatiye xwedîkirin û bêhntengiyê” jiyana xwe ji dest daye.
‘EM NIKARIN XWE XWDÎ BIKIN’
Eltuş, anî ziman ku dema hevjîna wî ducanî bû, li zeviyan dixebitî, rewşa wam a aborî xirabe nekariye hevjîna xwe baş xwedî bike û wiha got: “Ji ber vê rewşa hevjîna min zaroka me bi çênebûna dil hat dinê, ji ber me nekarî germ bigirin nexweşiya bronşîta kronîk pêre çêbû.”
ROJA BI 20 LÎREYAN DIXEBITIN
Malbata Eltuş, ji bajarê Îdlîpa Sûriyeyê 3 sal berê ji bo xwe bidin jiyankirin koçberî Tirkiyeyê bûne. Malbata bi 52 kesên wekî wan koçber bûne re li maleb xirabe de dijîn. Di mala ku lê dijîn de tesîsata av, ceyran û bingehîn tuneye. Penamberên ku ji amfên bingehîn ên wekî, xwarin, xizmentên tendirûstî bêparin, ji bo zivistanê xwe ji sermayê biparêzin bi darên ku ji derdor komkirine agir pêdixin û xwe germ dikin. Penaberên ku bi agirê li bexçe bêdixin xwarina xwe çêdikin, cihê ku xwarinê lê çêdikin û ode û destşûyên wan di nava hev de ne. penaberên ku ji nîviya wan zêdetir di bin temenê 16 salî dene, mezinên wan di zeviyan de rojê bi 20 lîreyan paletiyê dikin.
BERGIRÎ NAYÊ GIRTIN
Berpirsê Komeleya Pira Gelan ê Torbaliyê Mehmet Kaçmaz, diyar kir ku li Torbaliyê li gorî qeydên fermî 15 hezar, li Îzmîrê bi giştî 200 hezar penaber hene û wiha got: “Nasnameya Ewlehiya derbasdar li navçeyê tenê dane 5 hezar penaberan. Gelek penaberên kul i navçeyê jiyana xwe didomînin wekî zaroka Nouf di heman şert û mercan de dijîn. Heta ku dewlet bergiriyê negire dê mirina zarokan berdewam bike. Divê berpirsyar demildest mudaxele bikin. Divê belgeya ewlehiya derbasdar bidin hemû penaberan.”
‘TIRKIYE JI YE’YÊ ALÎKARIYÊ DIGIRE’
Kaçmaz, destnîşan kir ku mirina zaroka Nouf şerma mirovahiyê ye û wiha axivî: “Şerma herî mezin ku nayê gotin jî ji biçîbûnan mirina zaroka 3 mehî ye. Tirkiye ji bo pêwîstiyên penaberan bicih bîne ji Yeketiya Ewropayê (YE) 3 milyar Euro stendiye. Tu saziyên dewletê alîkariyê nadin penaberan. Mafên bingehîn ên penamberan ên wekî bicihbûn, xwarin û tendirûstiyê ji wan re nayê dayîn.”
Sakip Yaşar - dîhaber