XERPÊT - Dêra dîrokî Surp Kevork, ji ber nayê parastin roj bi roj hildiweşe. Li gel ku di sala 1983'an de xistine bin parastina fermî jî tenê rojekê hat restorekirin û piştre bê xwedî hat hiştin.
Dêra dîrokî ya Piştî Îsa di salsala 6'an de hat avakirin û 1400 sal emrê wê heye, ji ber ku bê xwedî hatiye hiştin û nayê parastin xera dibe. Dêra dîrokî Surp Kevork a li gundê Khulevank hatiye avakirin li dijî hemû êrîşên mirovan hebûna xwe diparêze. Dêra dîrokî ku bi salan ji bo xwendekaran malovanî kir, piştî komkujiya ermeniyan a sala 1915'an leşkerên Kişlaya Hamidiye lê bi cih bûn. Dêra ku piştî leşker lê bi cih bûn ji aliyê leşkeran ve hat kolan û wêrankirin li dijî êrîşan berxwedana xwe didomîne. Dêra ku hewşa wê tije darên mêwan e, di sala 1983'an de bi awayekî fermî hat tescilkirin û xistin bin parastina dewletê. Lê piştî salên 1990'an ji ber dêr bê xwedî hat hiştin gelek gencineger hatin diziya dêrê û gelek kevirên wê yên dîrokî hatin dizîn. Mirovên ji derve hatin diziyê gelek kevir û tabletên li ser dîwaran rakirin û şikandin. Gencînegerên hatin diziyê hewş û gorên di nava dêrê de kolan û talan kirin.
Welatiyên gund diyar kirin ku bi dehan caran hewş û hundirê derê ji aliyê gencînegeran ve hat kolandin û kevir û dîwarên wê hatin xerakirin. Welatiyên gund anîn ziman ku heta sala 1990'an li ser dîwarê dêrê fîgurê xaç, hesp û sembolên cuda hebûn, lê ev hemû sembol hatin rakirin, dizîn û şikandin.
KANIYA 81 SALÎ HEBÛNA XWE DIPARÊZE
Piştî Vakfa Parastina Mîrateyên Çand û Derdorê (ÇEKUL) serî li rayedaran da, Kanî, hawiz û çavkaniyên avê ji aliyê Şaredariya Xerpêtê û Muzeya Arkeolojî û Etnoğrafya ve hat parastin. Li gel ku 35 sal bere hat tescîlkirin jî heta niha ji bo parastinê tu xebat nehatiye kirin. Heta niha tenê di 22'ê Hezirana 2016'an de rojekê şerîtên têl li dora wê hat pêçan û restorekirin û dîsa terkî qedera wê hat kirin.
Dêra ku hezar û 400 sal emrê wê heye, tenê rojeke hat parastin û piştre dîsa bê xwedî hat hiştin û deriyê wê ji diz û gencinegeran re vekirî hatiye hiştin.
Mujdat Can - Nuri Akman / dihaber