Ji Bloka Aştiyê biryara 'têkoşîneke nû'

STENBOL - Bloka Aştiyê ya li dijî OHAL û "Serokomariya Partiyî" biryara rêxistinênbyîneke nû wergirt, dê ji bo parastina aştiyê awayên têkoşînê yên nû diyar bike.

Bloka Aştiyê ya çend roj berê li dijî Rewşa Awarte (OHAL) û "Serokomartiya Partiyî" ya tê xwestin bê avakirin biryara rêxistinbûyîneke nû da û armanca blokê ew e ku, her meh bi navê "Bloka Aştiyê" bultenekê biweşîne û bi vê bultenê bîbiriyekê biafirînin. Hevberdevkê Bloka Aştiyê Bahadir Altan, der barê xebatên ku dê bikin agahî dan.

‘BERÎ JI TRÊNÊ BÊ MAYÎN DIVÊ EM AŞTIYÊ BIPARÊZIN'

Altan ê difikire ku, OHAL li gor nêvengeke guherandina Qanûna Bingehîn hatiye dirêjkirin wiha axivî: "Çimkî, li Sûriyeyê hebûna TSK'ê, sedema û çavkaniya her cure rageşiya li Tirkiyeyê ye. Nêrîna me ya bingehîn ev e; li nêvengeke aştî û demokrasî lê hebe, dê aştî hêşîn bibe. Bêyî bi destxistina vê nêvengê, nepêkan e. Trênek bi rê dikeve. Bêyî ji vê trênê bê mayîn, divê hêzên aştî û demokrasiyê yên li Tirkiyeyê bi feraseteke çareseriyî aştiyê biparêzin. Blok Aştiyê jî tenê behsa agirbestekê nake. Heke wekhevî, demokrasî û edalet tune be, mixabin ji bêdengiya çekan re em nikarin bêjin aştî. Heke em dixwazin dawî li argeşiya di nav sînorên Tirkiyeyê de bê, divê dewlet dev ji feraseta çareserî mareserî tune ye berde. Û divê berê xwe bide çareseriyên aştiyane yên dawî li şidetê tîne."

‘EM Ê HER MEH BULTENA BLOKA AŞTIYÊ BIWEŞÎNIN'

Altan got, da li gor pêdiviyên civakê tevbigere ew ê koordînasyonekê ava bikin û wiha behsa xebatên xwe kirin: "Em ê ji vê mehê û pê ve, bulteneke Bloka Aştiyê biweşînin. Me vê mehê, têkildarî şer û aştiyê geşedanên ku meha berê di xwe de dihebîne, bultenek weşand. Em di Sibatê de jî li gor geşedanên meha Çileyê bultenekê biweşînin. Û em ê her meh biweşînin. Divê em di vî warî de ji bo civakê bîrbiriyê bidin der. Em bi hemû saziyên ku aştiyê diparêzin û çareseriyên demokratîk pêşniyar dikin bi tevkariyî tevdigerin. êdî qadên têkoşînê jî zaf hatin tengkirin. Çimkî em di nêvengeke ku kî behsa aştiyê bike tê girtin, dengê wî tê qutkirin. Ji ber vê têgeha aştiyê, têgeheke zaf girîng e."

Altan derbarê guherandinên Qanûna Bingehîn a li Meclîsê hevdîtinên wê pêk tên jî wiha got: "Dixwazin wê bi lez û bez derbas bikin. Rejîma nû; bêyî di nav civakê de baş bê nîqaşkirin, wê ji civakê vedişêre, naxwaze bi rêya weşanan xwe bigihîne gel. Lê belê, êdî tu kes naxwaze ewladên wan bibin şehîd, êdî civak hêdî hêdî vê fam dike. Ji bo axa bibe welat ne hewceye di oxira wê de ciwan bimirin, em ê vê ji civakê re vebêjin. Ne tenê ji bo Tirkiyeyê, dê bultena aştiyê li zimanên biyanî jî bê wergerandin û dê ji saziyên navnetewî yên li dijî şer in bê şandin. Divê em; kurd, ereb, êzidî, ewropayî, amerîkiyî, ûris bi hev re li dijî şer bitêkoşin. Têkoşîneke gerdûnî."

‘EM Ê PÊKANIYA AŞTIYÊ VEBÊJIN'

Altan got di dest de tenê civaka medyayî maye û wiha axivî: "Ne televîzyon, ne jî rojname man, rojnamgerên parêzvaniya rastiyan dikin girtî ne. Tabî, em ne di nvengeke wisa de ne ku mîtîngên mezin jî li dar bixin; lê di vê mijarê de armanca me ya bingehîn ew e ku em bîbiriyekê biafirînin. ne hewce ye kes bimire, li vî welatî daxwaza tu kesî jî ne ji bo Tirkiyeyeke mezin e. Em dixwazin li welatekî biçûk, lê bi aram û aştiyane bijîn."