STENBOL - Berdevkê Platforma Aştiyê ya Kocaelî Dr. Omer Faruk Gergerlîoglu, têkildarî talûkeya li pêşiya Tirkiye axivî û anî ziman ku hikûmet Tirkiye dixe nava agir û xwest her kes vê yekê bibînin.
Serokê Giştî yê MAZLUMDER'ê yê berê û Berdevkê Platforma Aştiyê ya Kocaeliyê ku bi biryarên KHK'ê ji peyvirê hat girtin, Dr. Omer Faruk Gergerlîoglu, têkildarî rewşa
OHAL, pêşeroja Tirkiye û guhertina qalên Qanûna Bingehîn ji Dihaberê re nirxandin kir.
KOMARA TIRSÊ TÊ AVAKIRIN
Gergerlîoglu, destnîşan kir ku Tirkiye ber bi başî û aramiyê ve naçe û wiha got: "Dixwazin komara tirsê ava bikin. bi polîtîkayên xwe hemû kesên muxalif dike hedef. Hekû deng û
fikrên cuda dikin hedefa xwe. Niha di nava civakê de alozî û kaosek mezin heye. Di sala 2016’an de êrîş û kuştin derket asta herî jor. Tirkiye di milê sinc, hiqûq, mafên mirovan û
siyaseta demokratîk de têk çûye. Mirov ji ber sedemên ku mînaka wê di cîhanê de tune tên tawanbarkirin û ji kar tên avêtin."
'DIVÊ EM BÊTIR XÎRET BIKIN'
Gergerlîoglu, bilêv kir ku ji bo parastina mafên mirovan divê bêtir bixebitin û bêtir xîret bikin û wiha got: "Ji bo aştî, edalet, xwişk û biratiya civakê bêtir xebat û fedekarî pêwiste.
Em jî dê betir bixebitin. Ji ber vê yekê xîret pir girîng e. Ji bo civak ber bi aramî, aştî û edaletê ve biçe divê berî her tiştî rewşenbir di vê ferqê debin Divê em zimanê aştî û aramiyê
peş bixin û rê li pêş rageşiyê bigirin. Ez niha berdevkê Platforma Aştiyê ya Kocaeli me. Em niha li ser pevçûn û çareseriyê lêklîn dikin. Dawiya dawî dê pir aşkere bibe ku em çiqas mafdar in. 30 salin li ser vê mijarê em di axivin û dixebitin.
‘PIŞTGIRIYA JI BO ERDOGAN WEKÎ CEMEDÊ DIHILE
Gergerlîoglu, destnîşan kir ku li gel tirsa hatiye avakirin û biryarên KHK'ê piştgiriya ji bo Erdogan wekî çiyayê cemedê roj bi roj dihile û wiha got: "Erdogan baweriya xwe bi çiyayê bûzê tîne. Lê êdî pêş ve naçe. Niha dihile. Hikûmet û Rêveberên Tirkiye niha civakê dixin nava agir. Her ku diçe ji demokrasî û mafên mirovan dûr dikevin. Her ku kaos zêde bibe ewlehîya ji polîs û leşkeran pêk tê dê zêdetir bibe. Her ku dewleta polîs mezin bibe dê kaos jî zêde bibe. Kaos û dewleta polîs hev xwedî dikin û mezin dikin. "
SEROKDEWLETÎ JI BO WÎ WELATÎ FELAKET E
Gergerlîoglu, destnîşan kir ku divê Qanûnên bingehîn wekî peymana civakê bin û wiha got: "Dîmenên li meclîsê pir qirêj in. Ev dîmen li dijî demokrasiyê ne. Niqaşên bêyî HDP'e bê wate ye. Niha HDP ceza dikin û rêya tundiyê tercîh dikin. Rêya demokrasiyê heye û rêya tundî û zextan heye. Niha AKP û MHP bûne yek û rêya tundiyê tercîh kirine. Lê 30 salin ev rê hatiye ceribandin û bê encam maye. AKP û MHP bûne yek û dixwazin qanûnek nû ava bikin. Bêtir xerabiyê bi civake dikin. Lê pêdiviya civakê tamîr û avakirina xebabuna sedan salan heye. Li şûna em ava bikin û saz bikin em betir xera dikin. Nexweşiyan betir giran dikin. Wisa xuya ye ku AK Partî dê Erdogan bikin Serokdewlet. Ev ji bo vî welati felaket e. Ji ber ku li her derê rêveberiya otorîter serdest dibe. Cezakirina HDP’ê û derve hiştina piraniya civakê ya siyasetê ji bo pêşeroja Tirkiye taluke ye. Tiştekî bi navê siyasete nemaye. Niha siyaset û aborî tek çûye. Divê em civakê ji nava vê kaosa siyaset, aborî û sincê ku têk diçe rizgar bikin.
ÎSYANA DAYIKAN DIKARE VÊ YEKÊ RAWESTÎNE
Gergerlîoglu herî dawî destnîşan kir ku qêrîn û îsyana daylikan dikare rê li pêş vê kaos û talûkeyê bigire û wiha axivî: "Divê qerîna dayikên tirk û qerîna dayikên kurd bibe yek.
Necla Demir - dihaber