STENBOL - 6 rojbamegerên ku ev 22 rojin di bin çavan de ne, parêzer Sezîn Uçar bi wan re hevdîtin pêk anî. Parêzer Uçar aşkera kir ku polîs di bin çavan de gefa kuştinê li miwekîla wê Derya Okatan dixwin.
Navenda wê Stenbolê di 25’ê kanûnê de li dijî 6 rojnamegeran operasyoneke binçavkirinê hatibû destpêkirin û li Amed û Stenbolê 6 rojnameger hatibûn binçavkirin. Parêzera Buroya Hiqûqê ya Bindestan Sezîn Uçar duh êvarê bi miwekîla xwe Derya Okatan re hevdîtin pêk anî û piştrast kir ku polîs gefa kuştinê li Okatan dixwin. Parêzer Uçar da zanîn ku Midura Berpirsyar a Ajansa ETHA’yê Derya Okatan ji ber pirsgirêkên tendirustiyê rojane di kontrola doktoran re derbas dibe û got ku di pîvana tansiyonê de, pîvan normal derketine. Uçar diyar kir ku miwekîla wê bi gefa kuştinê ya polîsan re rû bi rû maye.
Parêzer Uçar der barê zextên di bin çavan de li rojnamegeran tê kirin de jî agahî da û ev tişt got: “Qasî 100 kesên ku hatine binçavkirin, di heman cihî de tên girtin. Di saetên sibehê de milwekîla min Okatan xwestiye deriyên daşirên din jî ji hêla polîsan ve bên vekirin. Lê amîrê polîsan bersiva ‘Koxûşa we ceza girtiye, herî dawî hûnê derkevin’ daye wan. Okatan jî berisva ‘Cezayekî gelekî giran e bi rastî’ dide, polîs vê carê ‘Ez ê te li vir darda kim, bixeniqînim û bikujim’ gefan li wê dixe. Dîsa bi gotinên wek ‘Ez ê guh nedim gotinên terorîstekî’ heqaret li wan kiriye.”
‘EM Ê GILIYÊ WAN BIKIN’
Parêzer Uçar destnîşan kir ku ew ê der barê polîsan de serlêdana sûc bikin û wiha pê de çû: “Li cihê bûyerê kamera jî heye. Di vê kamerayê de nasnameya polîsê mijara gotinê dikare bê tespîtkirin, em ê serlêdana sûc bikin.”
Rojnamegerên wek Derya Okatan, Omer Çelîk, Metîn Yoksu, Tunca Ogreten, Mahîr Kanaat û Eray Sargin 22 roj in di bin çavan de ne û ji ber biryara veşarî ya li ser dozê, der barê rojnamegeran de tu agahî nayê dayîn. Uçar bertek nîşanî vê pêkanînê jî da û xwest demek ji ya din zûtir divê rojnameger derkevin pêşberî dozgeriyê û serbest bên berdan.
Rojnameyên nêzî hikumetê dabûn zanîn ku rojnameger ji ber ku nûçeyên der barê maîlên Wezîr Berat Albayrak de çêkirine, hatine binçavkirin.