EDENE - Polîsan li Edeneyê rojnameyên Ozgurlukçu Demokrasî û Rojeva Medya bêyî hincet nîşan bide desteser kir.
Polîsan bi maşîneyên zixî li Taxa Barbarosê ya navçeya Seyhanê ya Edeneyê belavkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasi û Rojeva Medya rawestand û rojnameyê desteser kir. Polîsan hemû rojnameyên di tûrê li ser pişta motosiklet derxistin û tev desteser kirin. Polisan xwest motosiklet jî têxe maşînê, lê ji ber ku nekarîbû têxin maşînê dest jê berdan.