Rojnameger Dayan û Çiçekçî li girtîgehê dest bi grevê dikin

MÊRSÎN - Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Demokratîk Ulus Arafat Dayan û Hamza Çiçekçî ku li Girtîgeha Sîlîfke di yek hucreyê de tên girtin, diyar kirin ku li dijî van pêkanînan dê dest bi çalakiya greva birçîbûnê bikin.

Li Girtîgeha Sîlîfkeyê ku girtiyên siyasî lê tune, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Demokratîk Ulus Arafat Dayan û Hamza Çiçekçî diyar kirin ku li dijî wan pêkanînên dijmirovî hene. Dayan ku 10 rojin di yek hucreyê de tê girtin û Çîçek ê 43 rojin di yek hucreyê de tê girtin, ji malbatê re diyar kirin ku wisa bidnome dê dest bi gireva birçîbûnê bikin. Bavê Arafat Dayan Îbrahim Dayan diyar kir ku ger heta duşemê sewka kurê wî neyê kirin dê dest bi gireva birçîbûnêbike. Dayan bang li her kesî kir ku hestiyar tev bigerin.