Akademîsyena îxrackirî: Zilma 30 salan didome

STENBOL - Akademîsyen û hîndekar Prof. Dr. Melek Goregenli ya ji peyvirê hat îxrackirin diyar kir ku ji 12'ê Îlonê neha niha rewş nehatiye guhertin û ev zilm ji qirnekî derbasî qirnê din dibe.

Sempozyuma duh bi navê "Sempozyuma Azadiya Ramane" a li Otela Taksim Intercontinental a Stenbolê ji bo bîranîna Rojnameger Metîn Goktepe, Hrant Dîng û Ugur Mumcu ên hatin kuytin hat lidarxistin di roja duyemîn de didome. Di sempozyumê de gelek rojnameger amade bûn. Sempozyûmê îro bi kurtefîlmê “Hevdîtinên Îstikşafî" dest pê kir. Rûniştina ewil ji aliyê Ayşegul Tansen ve hat pêşkêşkirin. Mijara “Yek ji daxwazên civakî Azadiya Îfadeyê" hat niqaşkirin. Prof. Dr. Dogan Kuban, Yrd. Doç. Dr. Alper Kirklar û Prof. Dr. Melek Goregenli lêkolînên xwe parve kirin. Ewil Prof. Dr. Melek Goregenli ku bi biryarên KHK'e ji peyvirê hat dûrxistin li ser têkiliya di navbera azadiya îfadeyê û cehaletê rawestiya û wiha got: "Di hiqûqê de cuda di derûniya civakê de cuda ye. Di derûniyê (psikoloji) de azadiya îfadeyê tê wateya mafên mirovan û demokrasiyê. Dema azadiya îfadeyê tê gaspkirin û mafê polîtîk ji dest tê girtin, ev peyv zêde têbikar anîn. Gitina nivîskarên Ozgur Gundemê û Cumhuriyet ne girêdayî îro tenê ye. 30 sal derbas bûn hê hêj rewş nehatiye guhertin. Di serdema 12'ê Îlonê de dema ez xwendekar bûm mamosteyên min hatin îxrackirin. Di serde 30 sal derbas bûn îro heman tişt e. Ji qirneki derbasî qirnê din dibe. Em xwe teselî dikin û dibêjin wê derbas bibe. Lê zû bi zû derbas nabe. Divê em vê yekê qebûl nekin. Ev bêhiqûqî zû bi zû ji ser welêt naçe."

ÎKTÎDAR AZADIYA RAMANÊ DIYAR DIKE


Goregenli, da zanîn ku rêbaza raman û fikrê de têkiliyek mezin li ser azadiya îfadeyê dike û wiha got: "Îktîdar dixwaze vê yekê li gorî xwe diyar bike. Bi "Lê belê" sînorê azadiya ramanê datîne. Di rojên pêş de ezê nexşeya gotinên nifrîne yên zimanê îkdîtarê derxim. Mafê azadiya ramanê û îfadeyê û parastina vî mafî, girêdayî civaka ku tu xeyal dike ye.


Sempozyum bi niqaşan didome.