Asli Erdogan: Ozgurlukçu Demokrasî pir heviyê dide

STENBOL - Endamên Desteya Weşanê ya Rojnameya Ozgur Gundemê ya hat girtin Asli Erdogan û Necmiye Alpay piştî hatin berdan Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî ziyaret kir. Erdogan, anî ziman ku li gel hemû zextan berdewamkirina vê rojnameyê pir hêviyê dide.

Endamên Desteya Weşanê ya Rojnameya Ozgur Gundemê ku bi biryara KHK'ê hat girtin, nivîskar Asli Erdogan û Zimanzan Necmiye Alpay, piştî hatin berdan Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasi ziyaret kirin. Alpay û Erdogan ji aliyê edîtorên rojnameyê Gunay Aksoy û parêzerê rojnameyê Ozcan Kiliç ve hatin pêşwazîkirin. Asli Erdogan, bi xebatkarên rojnameyê re sohbet kir û çay bi hevre vexwarin. Alpay jî bi saziyek din a çapemeniyê re hevdîtin kir. Piştî ziyaretan Alpay û Erdogan, têkildarî ziyaretê daxuyanî dan û diyar kirin ku ji ber ku dîsa li virin pir kêfweş in.

BERDEWAMA ROJNAMEYÊ HEVIYÊ DIDE

Alpay, anî ziman ku ji ber ew ne li rojnameya Ozgur Gundemê ye pir bi zora wê diçe û wiha got: “Em pir fêrî Ozgur Gundemê bûbûn. Ji ber ku niha tune pir rewşek xerab e. Em pir spasiyên xwe ji Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê re dikin. Ji ber ku ev kevneşopî berdewam kiriye em pir kêfxweş in. Piştî mehan em dîsa vegeriyan. Asli Erdogan jî anî zian ku piştî ew qas êşan dîsa li virin ev yek wan pir kêfxweş dike û wiha got: "Lê niha avahiyek nû û navekî nû ye. Lê dîsa em dizanin û dibînin ku ev kevneşopî berdewam dike. Ev yek hestek gelek xweş e. Bandorek mezin li ser me dike. Li gel hemû zextan îro hebûna xwe bi vî rengî berdewam dike û rêj rojname derdikeve. Ev pir hêvîyê dide. Ji bo nûçeyekê tenê jî pir rîsk tê girtin û bedelên mezin tên dayin. Serdemek pir zahmet e, lê bawer dikim ku em dê bi nûçeyên xwe ber bi ronahiyê ve biçin.