Ahmet Turk ji Sîlîvriyê neqlî Xerpêtê kirin

STENBOL - Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ku li Mêrdîn hat girtin û şandin Girtîgeha Sîlîvriyê, ji wir jî şandin Girtîgeha Xerpêtê.

Parêzerên HDP'ê bi armanca Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ziyaret bikin çûn Girtîgeha Silivriyê. Rayedarên girtigehê ji wan re got Ahmet Turk neqlî Girtîgeha Xerpetê hatiye kirin. Berdevkê Koma HDP’ê Ayhan Bîlgen jî neqilkirina Turk piştrast kir û diyar kir ku parêzeran xwestibû ku Tirk neqlî Girtîeha Amedê bikin, lê li şûna ku Turk neqlî Amedê bikin ew şandine Girtîgeha Xerpetê.