SÊRT- Di çarçoveya lêpirsîna facîaya kana sifirê ya aîdî Gruba Cîner a Sêrtê de 6 kes hatin binçavkirin.
Piştî hezheza kana sifirê ya li gundê Maden ê Şîrvana Sêrtê ku aîdî Park Elektirîk a Gruba Cînerê ye de 4 karkeran jiyana xwe ji dest da 6 kes hatin binçavkirin. Piştî di 17’ê Mijdarê de li gundê Madenê di kana sifirê de hezhez pêk hat xebatên lêgerîna karkerên di bin hezhezê de mane hat destpêkirin û maseya krîzê hat avakirin.
Waliyê Sêrtê Mustafa Tutulmaz, derbarê bûyerê de diyar kiribû ku wan ji ber ku qisûr heye yan na lêkolîn dane destpêkirin û serdozgerê Sêrtê jî anîbû ziman ku wan jî lêkolîn daye destpêkirin.