ÎZMÎR - Endama Înîsiyatîfa Piştevaniya Girtîgehan Selma Atlan diyar ku ji ber şertên girtîgehê di laşê girtiyê nexweş Ergîn Aktaş ê herdu destên wî tune ne de nexweşiya mantar derketiye û wiha got: “Ji ber destên wî tune ne Aktaş nikare bendikên pêlava xwe veke û sewqkirina wî jî bi gotina ‘Kes naxwaze’ hatiye astengkirin.”
Girtiyê nexweş Ergîn Aktaş ê Girtîgeha Tîpa R a Menemena Îzmîrê dimîne, herdu destên wî tune ne û nexweşê Koahê ye ligel ku rapra Saziya Tiba Edlî (ATK) ya “Nikare bi tena serê xwe li girtîgehê de bimîne” di hucreya yekesî de tê girttin û ji ber nikare bendikên pêlava xwe veke nabin nexweşxaneyê.
Endama Înîsiyatîfa Piştevaniya Girtîgehan Selma Altan ku di nava heyeta Aktaş ziyaret kiriye de cih digire pêkanînên girtîgehê ji dîhaberê re vegot.
‘EV DU MEHE ÊŞA DIRAN DIKIŞÎNE’
Altan, diyar kir ku li girtîgehê 3 kesên ku bi Aktaş re eleqedar bibin hene û wiha got: “Ev kes tenê xawrina Aktaş datînin ser maseyê. Tu alîkariyek din nakin. Dema diçin hucreya Aktaş jî nebaş nêzî wî dibin. Aktaş ev du mehe êşa diran dikişîne û kontrolên wî bêtendirûstî li korîdorên hucreyê tên kirin. Ligel ku sewqa wî ya nexweşxaneyê heye jî wî nabin nexweşxaneyê.”
‘DI BÊHN GIRTINÊ DE ZEHMETIYAN DIKIŞÎNE’
Altan, da zanîn ku Aktaş li Girtîgeha Menemenê bi nexweşiya Koahê ketiye û wiha pêde çû: “li hucreya Aktaş têde dimîne ji ber sîrkulasyona hewayê tune ye di bêhn girtinê de zehmetiyan dikişîne û nexweşiya wî pêşde diçe. Ligel ku Aktaş nexweşê Kaohê ye, nexweşiya wî nayê şopandin. Li korîdora ku hucreya Aktaş lê yegirtiyên edlî yên ku aqil û ruhê wan ne temame dimînin. Hucre hertim ji aliyê van girtî û gardiyanan ve tê şopandin.”
DI LAŞÊ WÎ DE NEXWEŞIYA MANTARÊ JÎ DERKET
Altan, anî ziman ku ji 26’ê Nîsana 2016’an heta niha ji ber ava germ nadin hucreyê Aktaş bi ava sar serê xwe dişû, ev ji bo nexweşiya wî nebaşe û wiha domand: “Îdareya girtîgehê serşoka ku hemû bikes bikar tînin nîşanî Aktaş kir. Her wiha serşûştina bi çavdêriya gardiyanan li ser wî tê ferzkirin. Li ser Aktaş tê ferzkirin ku ligel girtiyên ku nexweşiya hepatît C serê xwe bişû. Ji ber herdu destên wî tunene û bi ava sar serê xwe dişû, di hinek cihên laşê wî de ji ber bêhîjyenbûnê nexweşiya mantarê derketiye. Dema Aktaş dibin cihê hewşê li ser wî lêgerînê pêk tînin. Ji ber destên Aktaş tune ne dema dibin hewşê nikare bendikên pêlava xwe veke û pelavên xwe derbixîne. Ji ber Aktaş nikare bendikên pêlava xwe veke wî dernaxînin hewşê. Sewqên wî yên nexweşxaneyê jî ji aliyê îdareya girtîgehê ve bi gotinan ‘Kes bixwe naxwaze’ derbasî girtekan dikin. Ev girtek rastiyan venabêjin. Destûr nadin ku şimikê jî bike lingê xwe. Ji bo girtiyekê ku herdu destên wî tune ye ev îşkenceye.”
Altan, da xuyakirin ku îdareya girtîgehê bi hinceta “bifikarin” dest datîne ser nameyên Aktaş û wiha axivî: “Daxwaznameyên Aktaş ên ji bo Dadhena Îfazê ya Karşiyakayê nivîsîne jî bi gotine ‘biryar hatiye girtin ku ji cihên pêwîst re neyê şandin’ tê astengkirin. Rojname û weşanên ku Aktaş dixwaze nadin wî, rojnameya Ozgurlukçu Demokrasî jî bi hinceta ‘bifikare’ nadin Aktaş.”
Altan, destnîşan kir ku ew wekî Înîsiyatîfa Piştevaniya Girtîgehan bang li rayedaran dikin ku karê xwe pêk bînin.