ŞIRNEX - Dayîka Şemiyê Vasfiye Avci ya 57 salî û nexweşa dil û şekir pêre heye bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" hat girtin.
Li bajaroka Qesirgê ya Şirnexê Dayîka Aştiyê Vasfiye Avci ya 57 salî bi îdîaya "endamtiya rêxistinê ye" hat girtin. Leşkerên Qereqola Qesirgê di 13'ê Çile de bi ser mala Avci de girtin û ew binçavkirin. Piştî îfadeyên li Miduriyeta Polîsan a Şirnexê û Dozgeriya Şirnexê, Avci şevê din derket pêşberî dadgehê. Dadgeha Cezayên Silhê ya Şirnexê bi îdîaya "endamtiya rêxistinê" biryara girtina Avci da û şandin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.
2 CARAN EMELIYATA DIL BÛYE
Dayîka Vasfiye Avci beriya niha 2 caran ji ber nexweşiya xwe ya dil emeliyat bûye û hêj jî dermanên nexweşiya xwe ya dil bikar tîne. Nexweşiyên şekir û tansiyonê jî bi dayîka Avci re hene û dema hatiye girtin dermanên wan pêre nebûne.
BERIYA 27 SALAN HEVJÎNÊ WÊ HAT QETILKIRIN
Dayîka Vafsiye Avci beriya 27 salan ango 13'ê tebaxa 1989'an hevjînê xwe winda kiriye. Hevjînê wê, Zahît Salgûn 13'ê tebaxa 1989'an dema ku şivantî dikir ji aliyê leşkeran ve hatiye qetilkirin û dayîka Avci ev 27 sal in bi tena serê xwe dijiya.