ENQERE - Birayê girtî Mustafa Tekîn yê li Girtîgeha Tîpa T a Bandimayê Hunermend Kanîvar Tekîn, der barê rewşa birayê xwe û pêkanînên girtîgehê de anî ziman ku di Girtîgeha Bandirmayê de li dijî girtiyên siyasî êrîş gihîştine asta herî jor û wiha got: “Bi hezaran girtiyên siyasî di bin êrîş û îşkenceya dewletê de ne.”
Zextên li ser girtiyên siyasî bi îlana OHAL'ê û biryarên KHK'ê re gelek zêde bûn. Mafê girtiyan her roj zêdetir tên binpêkirin û girtiyên siyas ji aliyê midûriyetên girtîgeha ve tên tehdîtkirin. Birayê girtiyê bi navê Mustafa Tekîn, Hunermend Kanîvar Tekîn ji dîhaberê re axivî. Tekîn da zanîn ku dema wî bi birayê xwe re hevdîtin kir û birayê diyar kir ku li Girtîgeha Bandirma girtî rastî êrîş û gefan tên.
‘GEF LI GIRTIYAN TÊ XWARIN’
Kanîvar Tekîn hevdîtina bi biraya xwe re wiha vegot: “Birayê min 6 sal in girtî ye. Midûriyeta girtîgehê her roj êrîşên dijmirovî li girtiyên siyasî dikin û gefa kuştinê li wan dixwen. Fikarên me her roj zêde dibin. Dema em bi telefonê an jî rû bi rû bi girtiyan re hevdîtin dikin, girtî diyar dikin ku midûriyeta girtîgehê û gardiyan gefa kuştinê li wan dixwen, her roj êrîşê odeya wan dikin. Êdî ev hovitî nayên qebûlkirin.”
‘FIKARÊN ME ZÊDE BÛN E’
Tekîn diyar kir ku bûyerên li derve tesîrê li ser girtiyan dike û wiha axivî: “Dema ku çalakiyek an jî tiştek din çê dibe, midûriyet û gardiyan êrîşî girtiyên siyasî dikin û wan tehdît dikin. Girtigeh veguherîne qadên îşkenceyê. Divê demildest dewlet wan midûr û gardiyanan ji kar bigire û îşekence û êrîşên li dijî girtiyên siyasî bi dawî bike. Fikarên malbat û xizmên girtiyan her roj zêde dibin. Ez bi taybet di demên dawî de rewşa birayê xwe bi fikarim. Ne tenê birayê min bi hezaran girtiyên siyasî îro di girtîgehan de di bin êrîş û îşkenceya dewletê de ne.”
‘HEVDÎTINAN LI ME DIKIN JAHR'
Tekîn bal kişand ser dema hevdîtinan û wiha domand: “Dema ku em bi girtiyên xwe re hevdîtinan pêk tînin dehan kes li ser serê me radiwestin û nahêlin em bi awayekî rehet bi girtiyên xwe re biaxivin. Berê dema hevdîtinan saetek bû, lê piştî OHAL’ê kirin 30 deqîqe. 30 deqîqeyên heyî jî dikin jahr. Hetina girtîgehê jî zêde zehmet bûye û dema ku em diçin girtîgehê ji bo me astengiyan derdixin.”
‘MAFÊN GIRTIYAN JI DESTÊ WAN DIGIRIN'
Tekîn herî dawî destnîşan kir ku her bûyerek li derve pêk tê li girtîgehan êrîşî girtiyan dikin neheqiyên giran li wan dikin û wiha bi dawî kir: "Bi taybet di girtîgehan de mafên girtiyan tên binpêkirin. Mafên girtiyan ên xwezayî ji destê wan tên stendin. Êrîşên hovane li dijî girtiyên siyasî tên kirin. Li girtîgeha Tîpa T a Bandirmayê binpêkirin û êrîş di demên dawî de gelek zêde bûn e. Êrîşan bandora xwe li ser xwarina girtiyan kiriye. Girtî rastî pêkanînên hovene tên."