Dadgehê 10 sal berê Hrant Dink ceza kir, lê kujer serbest in

STENBOL - Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê Hrant Dink 10 sal berê di 19'ê Çileya 2007'an de di nava rojê de li kolana Şîşlî hat kuştin, lê hêj kujer nehatine darizandin û cezakirin. 10 sal derbas bûn, lê hêj malbata Dînk li edaletê digerin û edaletê cihê xwe nedîtiye.

Rewşenbir, nivîskar û Gerînendeyê Weşana Giştî yê Rojnameya Agosê Hrand Dink 10 sal berê di 19'ê Çileya 2007'an de hat kuştin. Berî ku Dînk bê kuştin gelek gef li wî hat xwarin û rastî gefên aşkere hatin. Piştî hat kuştin li gel ku gelek delîlên kujeran hebû jî dîsa hêj kujer nehatine cezakirin. Hrand Dînk di 6'ê sibata 2004'an de roportaja bi ser navê "Sirrê Sabiha Xatun da rojnameya Agosê. Piştî vê roportajê di 21'ê Sibatê de Rojnameya Hurriyetê bi îmzeya Ersin Kalkan bi ser navê "Sabiha Gokçen e ango Hatun Sebilciyan e' weşand û Rojnameya Agos çavkanî nîşan da. Vê nûçeyê deng zêde veda. Li ser vê nûçeyê Fermandariya Gişti di heman rojê de daxuyanî da û nûçe ji bo yekîtiya neteweyî û nirxên giştî talûke dît. Piştî nûçe di rojnameya Hurriyetê dehat weşandin, Dînk 3 roj şûnde li Serdozgeriya Komarê ya Şîşliyê gilî kir. Walîtiya Stenbolê di 24'ê Sibata 2004'an de bang li Dînk kirin û îfadeya wî girtin. Li gorî hin îdîayan Cîgirê Walî Ergun Gungor û 2 kesên li cem wî gef li Dînk xwarin. Piştî vê yekê welatiyê bi navê Mehmet Soykan daxwaznameya gilî da Dozgerê Komarê yê Şîşliyê û li ser vê daxwaznameyê Dozgeriyê der barê Dînk de bi îdîaya "Nîjada Tirk biçûk kiriye" ji xala 301'an a TCK'ê doz lê hat vekirin. Di 26'ê Sibata 2004'an de komek nijadperest hatin ber derê Agosê kom bûn û silogan berz kirin û gef xwarin. Her ku çû gefên li dijî Dînk zêde bûn. Gelek kesên din der barê ermeniyan û Dînk de gilî kir û dozgre hemû gilî li dozyayê zêde kir. Her ku gilî hatin kirin dozger der barê Dînk de lêpirsîn da destpêkirin. Buroya Çapemeniyê ya Serdozgeriya Komara ya Şişliyê biryar da ku Dink li gorî xala 159'an a TCK'an a “Heqaret li Nijada Tirk" kiriye. Lê ji bo doz bê vekirin diviya bû Wezareta Dadê destûr bide.

LI ŞÛNA WEZÎR MUSTEŞAR ÎMZE KIR

Piştî dozger xwest doz bê vekirin, li şûna Wezîrê Dadê Cemil Çiçek destûr bide û îmze bike, Musteşarê Wezîrê Dadê Fahri Kasirga biryar îmze kir û erê kir. Navê Kasirga di Dosyaya Ergenekonê de bi têkiliyên Veli Kuçuk re derba dibû. Li ser navê Çiçek bi fermana musteşar di 30'ê Adara 2004'an de doz hat vekirin. Piştî destûrê li 2'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Şîşliyê doz hat vekirin. Piştî doz hat vekirin êdî piraniya dema Dink li salonên dagehan derbas bû. Gelek qanalên TV û rojnameyan di pirsên xwe de Dînk wekî dijminê tirk nîşan da. Her dem Dînk ket nava hewldana ku îspat bike ku “Negotiye xwîna tirk pîs e" Piştî nûçeya Sabiha Gokçen hat weşandin pêvajoya dadê dest pê kir û rastî gef û êrîşan hat û bû hedef. Dink li dadgehê, li kolanê û her qadê rastî gef û êrîşan hat.

SUCDARIYA DÎNK BÊ KOK DERKET

Piştî Mehmet Soykan wekî mudahîl beşdarî dosyaya dozê bû gelek kesên din jî xwestin beşdarî dozê bibin û dadgehê daxwaza hemûyan qebûl kir û wekî mudahîl tev li rûniştina dozê bûn. Dadger Aydin gelek kesên xwestin bibin mudaxilê dozê qebûl kir, lê tenê daxwaza Komeleya Yekîtiya Hiqûqçiyan red kir.
piştî doz birin 9'mîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Bilind. Heyeta dadgehê bi hinceta "Biryar li dijî zagonê ye" doz xera kir. Piştî heyeta dadgehê di 15'ê Gulana 2005'an de rapor amade kir, derket holê ku sucdariya der barê Dink de bê bingeh û bê kok e.

Piştî rapora heyeta zanayan li dosyayê zêdekirin, di 8'ê Tîrmeha 2005’an de di yekem rûniştinê de dîsa Mehmet Soykan û 9 kesên ku gilî kiribûn wekî mudaxîl beşdarî dozê bûn. Ev ji bo Dink û parêzerên wî ne mizgîniya xêrê bû.
Di rûniştina dozê de dozger Muhittin Ayata diyar kir ku ew rapora zanayan qebûl nake û xwest der barê Dînk de ji ber nivîsê wî ji xala 159'an a TCK'ê fikra 1'enîn ceza bike.
Heyetê di 7'ê Cotmeha 2005’an de biryar da, lê vê carê ji bili Dînk hemû mudaxîlên doza Dînk li salonê amade bûn Dadger Metin Aydin ceza da û ev ceza taloq kir. Biryara dadger di dîrokê de ji bo têkiliyên tirk û ermeniyan cihê xwe di dîrokê de girt. Hiştî dadgeha herêmî ceza da, doz dîsa birin Dadgeha Bihind û Serdozgerê Dadgehea Bilind îrîraz kir. Pişti îtirazên Dînk û parêzeran Daîreya 9'nîn Dadgeha bilind biryara xerakirina dozê da û diyar kir ku îtîrazên temyizê yên mudaxîlan li ber çavan nagirin.

PARASTINA NASNAMEYA ERMENIYAN NE SÛC E

Her cend 9'enîn Dadgeha Daîray Ceza biryara xerakirina dozê da jî Dozgerê Komarê yê Dadgeha Bilind biryara Dadgehê îtîraz kir. Dadgeha bilind li dijî îtîrazên dozgeran diyar kir ku nivîsên Dink û nerînên wî yên der barê nasnameya ermeniyê de ne sedema cezakirinê ye. Dadgeha Bilind diyar kir ku li gorî Peymana Lozanê nasnameya Ermeniyan dikeve nava kêmarên welêt û nasnameya kêmaran diparêze.

Piştî Dozgere Komarê yê Dadgeha Bilind dîsa îtiraz kir doz birin Lijneya Giştî ya Ceza. Lijneya Ceza di heftînina duyemîn a 11'ê Tîrmeha de 18 endamên Dadgeha Bilind Dink sûcdar dît û 6 nedamên Dadgehê bêsuc dît. Piştî Lijneya Giştî ya Cezayê Dadgeha Bilind jî cezayê Dink qebûl erê kir, Dink xwe wekî ku hemû dadgeh wî wekî “Ermeniyê bi gotina Xwîna Tirkan pîs e tirkan kêm dixe" hîs kir. Dink hem ji aliyê Dadgeha Bilind ve û hem jî ji aliyê hiqûqa Komara Tirk a hundir ve wekî ermeniyekî li hemberî nijada tirk tawanbar hat dîtin. Piştî vê pêvajoyê rê li pêşiya cinayeta Dînk hat vekirin.

SIBÊ: Encama daraza Tirkiye: Cînayeta Dînk.

Yasin Kobulan - dihaber