Zarokê li Sûrê: Çima ev li me kirin?

AMED - Dîmen û wêneyên ku dema leşkeran piştî şer welatiyên di Sûrê de asê mabûn ji Sûrê derdixistin derketin holê. Di dîmen û wêneyan de leşker bi zorê cilên welatiyan ji ser wan derdixin û wan tacîz dikin. Zarokê 11 salî Ş.T., ê tevî dayika xwe ji Sûrê derket û niha dûrî dayika xwe ya girtî li gund dijî got; “Çima ev li me kirin?” Bav M.T.jî anî ziman ku hem wan mexdûr dikin û hem jî zarokên wan kirin ‘terörist’ û bertekên xwe anîn ziman.

Dîmenên 8 welatiyên Sûrê yên ji kanûna 2015'an heta 3'ê Adara 2016’an ên ji ber qedexeya derketina kolanan û dorpêça Sûrê, di nava taxên xwe de asê man dema ji Sûrê derketin, hatin belavkirin. Dî dîmenan de tê dîtin ku leşker û tîmên taybet bi zorê dixwazin welatiyan tazî bikin û wan tacîz dikin. Dîmenên ku di medya civakî de hatin belavkirin bû sedema bertek û niqaşan. Dema welatî tên taliyekirin polîs û leşker bi zorê dixwaze welatî cilê xwe derxin û xwe tazî bikin. Yek ji van welatiyên Sûrê zarokê 11 salî Ş.T. ye. Ş.T., ku tevî dayika xwe di Sûrê de asê ma, dayika wî şandin girtîgehê û ew jî şandin Yûrda Zarokan û Xizmetên Civakî ya dewletê. (SHÇEK). Dayik R.T. hêj girtî ye.

‘EM JI XANIYÊ XWE DERKETINA DÊ XERAKIRIBÛNA

Ş.T., ku niha li gel bavê xwe li gund dijî serpêhatiyên xwe yên Sûrê vegot. Ş.T., diyar kir ku bavê wî wê demê girtî bû û wiha got: "Mala me li Sûrê bû. Dibistana min li wir bû. Ger ku me xaniyê xwe bihişta dê bihata xerakirin. Ez xwişka xwe û dayika xwe li mal bûn. Her kes li mala xwe bû. Piştî bûyerê em ketin jêrzemînê û piştre em derneketin. Li her derê bombe dibariyan. Em nikaribûn derkevin. Li Sûrê birayê min ê biçûk hevalên min hebûn. Di qedexey^>e de tenê me 2-3 rojan lîst. Rojekê bombe nebariyan. Hewa sakîn bû. Berf dibariya. Me wê rojê li hewşê mirovê ji berfê çêkir. Wekî din em derneketin derve.
Xwarin tune bû. Me tenê nan dixwar. Me rojê 2 caran xwarin dixwar. Me bi pîvan xwarin dixwar. Ji bo serşuştinê av tune bû. Me av ji bîrê dianî. Ceyran tune bû. Em di jêrzemînê de aciz dibûn. Di rojên dawî de em nikarîbûn ji malê derkevin. Di roja rojbûna min de min nekarîbû rojbûna xwe pîroz bikim. Roja rojbûna min bombe diteqiyan."

‘JI BER EZ DERKETIM HEM KEYFXWEŞ HEM JÎ XEMGÎN BÛM’

Ş.T., şeva 3’yê Adara 2016’an dema ku ji Sûrê derketin wiha vegot: “Wê rojê serê sibê zû em ji mala ku têde dimînin derketin. Dema em derketin hemû mal hatibûn hilweşandin. Ji ber hemû cih hatibûn hilweşandin me dizanî em li ku ne. Em çûn cihekî şaş û em winda bûn. Ez gelek tirsiyam. Min ne xwes biçim. Ji ber em deketibûn hem keyfxweş hem jî xemgîn bûm. Em heta şevê rawestandin. Piştî bi megafonê gazî me kirin em ber bi wan ve çûn. Rûnahî dan çavê min. Ji megafonê gotin ‘bila kesek ji wir bê’ destpêkê ji min re gotin ‘pêlavên xwe derxîne. Pantorê xwe bikişîne jor. Çenteya destê xwe dane cihekî’ min danî û piştre min pêlavên xwe derxistin. Dernediket, min got dernakeve. Piştre ev dîmen dane televîzyonê. Li wir ji min re gotin ‘dest3en xwe rake û bikişîne jor’. Min rakirin gotin ‘rûne’ ez rûniştim gotin ‘rabe’ ez rabûm. Piştre gotin ‘destên xwe rake û were’ ez hêdî hêdî çûm. Piştî ez girtim li wesayîtê siwar bûm.”

‘ÇIMA WIHA LI ME KIRIN’

Ş.T., bertek nîşanî pêkanîn ku piştî hatiye berdan da û wiha pêde çû: “Ez wan tiştên ku li min kirin rast nabînim. Dikarin li mezinan bikin lê em zarokin. Çima tiştek wiha li me kirin. Piştî ez li wesayîtê siwar kirim polîsan pirs ji min pirsîn. Gotin ‘we li wir çi xwar û vexwar, navê dayîk û bavê we çiye? Hûn çend kes li wir man hûn li ku man?’ tiştên me digotin dinivîsî. Wê demê ez gelek tirsiyam. Dibe ku min bişînin cihek din. Ez ê êdî dayîka xwe nebînim. Piştî zarokên din jî hatin gel min êdî ez ne tirsiyam. Tiştek ji me re negotin û tevlî me nebûn. Tenê li zilaman dixistin. Min ne dît lê dengê wan dihat min. Em 3 zarok bû ji me re gotin ‘berê xwe nedin wî alî li ber xwe binêrin’ li wê derê her cih hatibû hilweşandin tenê wesayîtên wan (leşkeran) û ew (leşker) li wir bûn. Ez o dayîka xwe bi hinek zarokan re li wesayîtê siwar bûn û çûn qereqolê. Em birin binê qereqolê. Piştre jî dayîka min birin cihekî din. Em jî birin şaxa zarokan. Piştre jî em birin wargehê (SHÇEK). Piştî ez li wargehê man polîs çend caran hatin, pirs ji min kirin. Pirsên ‘We li wir çikir û çi xwar? Hûn ligel kê bûn û li ku man? Kirin. Ev pirsîn û pitre çûn.”

‘EZ DIXWAZIM DAYÎK Û BIRAYÊ MIN JI GIRTÛGEHÊ DERKEVIN’

Ş.T., da zanîn ku piştî ji Sûrê derketin bi biryara dozgeriyê 3 meh û nîvan li wargeha SHÇEK’ê maye û wiha domand: “Dema em derketin ne hat aqlê min ku emê biçin wargehê. Min ne dizanî. Kesekê jî ne gotibû. Min difikirî ku dema em derketin em ê vegerin malê. Dema ez derketim xeyala min zilamê berfê çêkirin û lîstin bû. Ez dixwazim dayîk û birayê min ên ev nêzî salekê ye li girtîgehêne bên berdan.”

‘LIGEL EM HATINE MEXDÛRKIRIN JÎ KEÇA MIN KIRIN TERORÎST’

Bavê Ş.T. M.T. ku dema bûyer hat jiyîn de girtî bû bal kişand ser îşkence û îstîsmara li dijî zarokên wî pêk hatî û wiha axivî: “Ev meheke ez van dîmenan li ser tora civakî dişopînim. Kesên ku ev dîmen kişandin û weşandin û kesên destûr dane vê di dilê wî de merhamet û mirovatî tun eye. Ev qas mexdûr kirin têrê ne kir ji keçe min a biçûk re dibêjin ‘terorîst’. Keça min a hêjî biçûke nizane çek û teqemenî çiye. Zaroke tiştekî nizane. Teslîm bibe çiye. Ew zarokekî 11 salite çawa dikare bibe terorîst ez fêm nakim. Malbata min hemû 3 mehan di bin topbaranê de ma. Ji mirinê filîtîn. Malek me hebûn ew jî hat hilweşandin. Malbata min mexdûr kirin. Bi vê re jî dema zarok û hevjîna min ji Sûrê derketin dîmenên wan hatin kişandin. Bi keça min a girtin kamerayê henekên xwe kirin ev nayê qebûlkirin. Ez ê derbarê kesên ev kirin de serlêdana sûc bikim û ez ê heta dawiyê li mafê xwe bigerim.”