Wesayîta karkeran qeza kir: 2 jê giran 15 kes birîndar bûn

EDENE - Li Edeneyê mînîbusa karkerên çandiniyê û kamyona çopê ya aîdî Şaredariya Seyhanê li hev qulipîn û di encamê de 2 jê giran 15 karker birîndar bûn.

Li kolana Berîk Turhan a li taxa Yeşîloba ya Seyhna Edeneyê mînîbusa karkerên çandiniyê ya bi plakaya 33 CM 85 ku ajokarê wê hêjî ne hatiye zanîn û kamyona çopê ya aîdî Şaredariya Seyhanê ya bi plaqeya 63 M 3183 li hev qulipîn. Li ser îxbara l derdorê gelek ambulans şandin cihê bûyerê, polîs û komên trafîkê jî sewqî cihê bûyerê hatin kiirn û karkerên di qezayê de birîndar nebûne jî alîkariya koman kirin.

15 kesên di qezayê de birîndar bûn, bi embulansan rakirin nexweşxaneyên cuda û tên dermankirin. Dermakirina 2 jê giran 15 karkerên birîndar li nexweşxaneyan didome û polîsan derbarê bûyerê de lêpirsîn da destpêkirin.