AYDIN - Li Aydinê rojnamegerê musabakaya sporê dişopand û tundiya polîsan kişand kamerayê rastî lêdanê hat.
Li navçeya Efelerê ya Aydinê li Stada Adnan Menderesê musabakaya di navbera Tepecik Esnafspor û Kardeşkoysporê de dişopand, di navbera alîgiran de niqaş derket, polîsan li dijî alîgiran tundî bikar anî. Dema rojnamegeran tundiya polisan kişandin kamerayê rastî lêdana polîsan hatin. Cemiyeta Rojnamegerên Aydinê têkildarî mijarê daxuyanî da û diyar kir ku ev yek wan dixe nava fikaran.