ENQERE - Di daneyên rapora çapemeniyê ya 2016’an a Komeleya Rojnamegerên Hemdem de hat diyarkirin ku darbeyek li çapemeniyê hatiye xistin û tabloya derbarê mijarê de hat parvekirin.
Di Rapora Çapemeniyê ya 2016’an ku ji aliyê Komeleya Rojnamegerên Hemdem (ÇGD) ve hat amadekirin de hat destnîşankirin ku darbeyek li çapemeniyê hatiye xistin. Di rapora ku bi sernavê “hûn di ferqê de ne? Di sala 2016’an de bi destê îktîdarê darbeyek li çapemeniyê hat xistin” hat weşandin de gelek daneyên girîng cih girtin.
Di raporê de hat ragihandin ku di darbeyê de 246 kesan jiyana xwe ji dest da, 536 kes birîndar bûn û ev tişt hatin gotin: “Berdêla hevgirtina Cemaeta Fetullah Gulen û AKP’ê mixabin gelê belengaz da.” ÇHD ku her 3 mehan carekê Rapora Çapemeniyê amade dike daneyên 3 mehên sala 2016’an wiha rêz kirin: “70 xebatkarên çapemeniyê hatin binçavkirin, 10 rojanemger hatin girtin, derbarê 4 rojnamegeran de biryara girtinê hat dayîn, 4 qertên çapemeniyê hatin betalkirin, 29 sazî hatin girtin, deriyê 3 saziyan hatin mohrkirin, 4 rojnameger di bin çavan de hatin derpkirin û gef li wan hat xwarin, 35 lêpirsîn/ doz berdewam kirin, 9 doz û lêpirsînên nû hatin vekirin, destdanîn ser pasaporta 3 rojnamegeran, 3 sazî rastî êrîşa bi çek hatin, derbarê 9 bûyeran de qedexeya weşanê hat dayîn, 5 sîte hatin astnegkirin, derbarê 2 kanalan de biryara rawestandina weşanê hat dayîn, derbarê 2 nûçeyan de biryara xwenegihandinê hat dayîn, 358 kedkarên çapemeniyê bê kar man, rojnamegerek biyanî hat dersînorkirin.”
DANEYÊN DARBEYA ÇAPEMENIYÊ
Di berdewamiya daxuyaniyê de ev tişt hatin diyarkirin: “Ji aliyê AKP’ê ve darbeyek li çapemeniyê hatiye kirin. Welatê me sala 2016’an darbeyek derbas kirin lê sala ku darbeyek din pêk hatî bû. Ev darbe li çapemenî û rojnamegerên bêalî hat kirin. Destpêkê çapemenî pitre hemû civak hat bêdengkirin. Di demek ku li welatê me guhertinên qanûna bingehîn ku wekî guhertinên rejîmê ne de zêdebûna zextên li ser çapemeniyê ji be vê ne.
Di vê çarçoveyê de zextên ku em sala 2016’an pêre rû bi rû mane wihane:
* 3 endamên çepemeniyê hatin kuştin.
* 80 xebatkar hatin girtin.
* 299 kes hatin binçakirin.
* 32 rojnameger hatin derpkirin, rastî şîdetê hatin, gef li wan hat xwarin û hedef hatin nîşandan.
* 7 rojnamegerên biyanî hatin dersînor kirin.
* 157 sazî hatin girtin.
* 29 weşanxane û şîrket hatin girtin.
* 5 sazî rastî êrîşê hatin.
* 3 navebdên çapemeniyê rastî serdegirtina polîsan hatin.
* Derbarê 24 bûyeran de biryara qedexeya weşanê hat dayîn.
* Ketina 20 sîteyan hat astengkrin û hinek gelek caran hatin astengkirin.
* Derbarê 9 nûçeyan de biryara xwenegihandinê hat dayîn.
* 2 hezar û 622 xebatkarên çapemeniyê bê kar man.
* 624 qertên çapemeniyê hatin betalkirin.
* 32 qertên parlamentoyê hatin betalkirin.”