AMED - Di îdîanameya der barê Parlamentera HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan de ku 103 sal cezayê hepsê dixwaze, hat diyarkirin ku Parlamenterên Selahattin Demîrtaş, Sebahat Tuncel, Ahmet Turk û Aysel Tugluk ji aliyê polîsan ve hatine guhdarkirin.
Îdîanameya der barê Parlamentera HDP'ê ya Amedê Nursel Aydogan ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgerê Komarê yê Amedê de di 4'ê Mijdarê de hat binçavkirin û girtin temam bû. Serdozgeriyê Komarê îdîaname amade kir û şand 2'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Şirnexê. Dadgehê îdîanameya bi “Endamtiya rêxistinê" hat tawanbarkirin. Dozger der barê Aydogande 14 caran bi îdîaya “propaganda rêxistinê" 2 caran bi îdîaya “li dijî xala 2911'an, 2 caran bi îdîaya “Pesnê sûc daye", "Gel teşwîkî kîn û nifrînê kiriye" û “Gel tahrîk kiriye" der barê Aydogan de hata 103 salan ceza xwest. Piştre der barê dosyayê de birhyara "Bêpeyvirdariyê" da û dosya şandin Amedê. Aydogan ku li Girtîgeha Silivrî tê girtin, der barê wê de dozek din jî hatibû vekirin û rastî 4 sal 8 meh û 7 rojan cezayê girtîgehê h atibû.
BÊYÎ PARÊZER ÎFADEYA WÊ HAT GIRTIN
Dema Aydogan hat binçavkirin û birin Şirnexê bêyî parêzer amade bibin îfadeya Aydogan hat girtin. Di îdîanameyê de bi îdîaya Aydogan, di salên 2007 â 2016'an de ji ber xebatên xwe yên siyasî yên li Amed, Sêrt, Êlih, Mêrdîn, Riha, Xerpêt û Şirnexê tê darizandin.
GUHDARÎ PARLAMENTERAN KIRIBÛN
Di îdîanameyê de derbarê KCD’ê ku tê gotin PKK û KCK’ê wekî “Meclîsa Tirkiyeyê qebûl dikin” di sala 2010’an de Serdozgeriya Komarê ya Amedê lêpirsîn dabû destpêkirin. Di îdîanameyê de hat diyarkirin ku di çarçoveya lêpirsînê de derbarê xebatê li avahiya KCD’ê ya li Konukeviya girêdarî Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de biryara dadgehê polîsan bi fîzîkî û teknîkî şopandin kiriye. Di guhdarkirinên hatine kirin de, hatiye tesbîtkirin ku hinek parlamenter di nava KCD’ê de ne, ligel ku destnedayîna wan heye jî derket holê ku axaftinên hinek parlamenteran ên di Civîna Lijneya Giştî ya Awarte a KCD’ê de kirine ji aliyê polîsan ve hatiye guhdarkirin. Di nava parlamenterên hatine guhdarkirin Hevserokê Giştî yê BDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş, hevserokê denê yên KCD’ê Aysel Tugluk û Ahmet Turk, Altan Tan, Halîl Aksoy, Husamettîn Zenderlîoglu, Nursel Aydogan û Sebahat Tuncel hene û axaftinên qeydên guhdarkirinê di îdîanameyê de cih girtin.
BI PASAPORTÊ DERKETINA DERVE WEKÎ DELÎLÊ ‘ENDAMÊ KCK’Ê’HAT NÎŞANDAN
Di îdîanameyê de civîna ku hat guhdarkirin derbarê parlaneterên hatin guhdarkirin de fezleke hat amadekirin, ji bo lêpirsînê ji meclîsê destûr hatiye girtin an na û piştgiriya lêbirsînê ya qanûnî heye yan na ne hat zanîn. Ligel ku destnedayîna parlamenteran heye jî bi awayekî li dijî qanûnê, qeydên ji civînên KCD’ê hatine girtin wekî delîl di îdîanameyê de cih girtin, axaftinên Aydogan ên di salên 2011-2013’yan de li civînê KCD’ê yên hatine guhdarkirin û civînên ku ew têde neyî jî ji bo “endama rêxistinê ye” wekî delîl hatin nîşandan. Parlamenter Aydogan ku bi pasaporta xwe ji balefirgehên Ataturka Stenbolê, Esenbogaya Enqereyê û Adnan Menderes a Îzmîrê derket derveyî welat hat îdîakirin ku “bûyera ku li ser navê KCK’ê tevlî saziya dijqanûnî bûye”.
TEVLÎBÛNA 8’Ê ADARÊ WEKÎ SÛC HAT NÎŞANDAN
Hat diyakirin ku Aydogan di salên 2007-2010 ji bo KCK’ê li Meclîsa Tirkiyeyê xebat dane meşandin û bi fermanên wan tevgeriya ye. Di îdîanameyê de tişta balkêş ew e ku tenê carekê ji Aydogan re dibêjin parlamentera HDP’ê. Di îdîanameyê de xebatên Aydogan ên di nava DOKH’ê de dane meşandin wekî sûc hatin nîşandan û tevlîbûna wê ya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê ya li Edeneyê wekî xebatên dij qanûnî hat nîşandan.
Di dosyaya doza ku bêberpirsyar şandine Amedê dê di rojên pêşiya me de ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ve berpirsyariya wê bê nirxandin û dê roja rûniştina dozê bê diyarkirin.