STENBOL - Hevalên Hrant Dink, berî rûniştina cînayeta Dînk. li pêş Edliya Stenbolê kom bûn û gotin: "10 sal derbas bû ne Hrant heye ne jî edalet heye.
Di ser kuştina Gerînendeyê Weşana Giştî yê Agosê Hrant Dink re 10 sal derbas bûn. Berî rûniştina doza cînayeta Hrant Dînk ku 10 sal derbas bû hêj kujer nehatine darizandin hevalên wî li ber Edliyeya Stenbolê daxuyanî dan. Hevalên Dink daxuyanî dan û ji bo Dînk edalet xwestin. Hevalên Dink li Çaglayanê pankarta “Ji bo Hrant edalet" vekirin û daxuyanî dan. Li ser navê komê Bulent Aydin daxuyanî da û diyar kir ku di rûniştina îro de dê bi parastina Serokê Daîreya Îstîxbarata Midûriyeta Polîsan a Stenbolê Ali Fuat Yilmazerê girtî parastina bersûcan bi dawî bibe û wiha got: "10 salin em li edaletê digerin. Lê 10 sal derbas bûn, ne Hrant heye û ne jî edalet heye. 10'emîn Rûniştina doza cînayeta Hrand Dînk dê li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya Çaglayanê bê dîtin. Dê bersûcê girtî Ali Fuat Yılmazer parastinê bike."