Di operasyona Mûsilê de rewşa dawî: 600 navendên jiyanê harin rizgarkirin

MÛSIL - Fermandariya Giştî ya Operasyona Nînovayê diyar kir ku ji 17’ê Cotmehê heta niha li Mûsil û derdora wê 600 gund û navçe ji bin dagirkeriya DAIŞ’ê hatine rizgarkirin.

Fermandariya Giştî ya Operasyona Nînovayê derbarê operasyona Mûsilê de daxuyaniyek da. Fermandariyê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ji 17’ê Cotmehê ku operasyona rizgarkirina Mûsilê destpê kir heta niha gelek gund, navçe û nokta ji dagirkeriya DAIŞ’ê hatine rizgarkirin. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku heta nih 600 gund û navçe ji DAIŞ’ê hatine rizgarkirin.

Di daxuyaniya Fermandariya Odaye Operasyona Nînovayê de herêmên ku operasyon lê hatin meşandin wiha hatin rêzkirin:

* Bakurê Mûsilê ji rojhilatê ava Dîcleyê heta rojhilatê bajar ji aliyê Tugaya Paedarên 16’emîn ve hat rizgarkirin.

* Başûrê bajar ji aliê hêzên polîsên federala başûr û tugaya zirxî ya 19’emîn ve hat rizgarkirin.

* Rojhilatê bajar heta rojhilatê Dîcleyê ji aliyê Hêzên Dij Terorê ve hatiye rizgarkirin.

* başûrê rojavahyê bajar ji aliyê Hêzên Polîsên Federal, Fermandariya Operasyona Nînovayê û hêzên Heşd El Şebî ve hatiye rizgarkirin.