Lêpirsîna 6 rojnamegeran piştî 23 rojan dest pê dike

STENBOL - Rojnameger û Midûra ETHA Derya Okatan, Midûrê Nûçeyan ê DÎHA ya hatiye girtin Omer Çelîk û nûçegihanê DÎHA Metîn Yoksû, Midûrê Karê Nivîsan ê rojnameya Yolcûlûk Eray Sargin, Edîtorê berê yê Dîken Tûnca Ogreten û xebatkarê rojnameya Bîrgunê Mahîr Kanaat ên di 25'ê Kanûna 2016'an de hatin binçavkirin û 23 rojin li Midûriyeta Polîsan a Stenbolê di bin çavan de, piştî 23 rojan hatin rawestandin, dê lêpirsîna wan dest pê bike û îfade bidin
Piştî rojnameger hatin binçavkirin Rojnameger Okatan dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kiribû û 23 roj in di çalakiyê de ye.

Polîs li parêzeran geriyan û gotin, dê îro îfadeya rojnamevanan bê girtin û lêpirsîna wan dest pê bike. Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Bindestan Gulhan Kaya got, "Dê lêpirsîn û îfadeya muwekîla me Derya Okatan li midûriyeta polîsan dest pê bike."