SILÊMANÎ - Li navçeya Seyîdsadiqê ya Silêmanî ji ber krîza aborî ji 3 pirtûkxaneyên mezin 2 jê hatin girtin û tenê pirtûkxaneyek vekirî ma. Rewşenbir û xwediyê pirtûkxaneyan diyar kirin ku ji ber rewşa aloz a Herêma Kurdistanê asta xwîneran kêm bûye.
Li navçeya Seyîdsadiqê ya Silêmaniyê ku berê 3 pirtûkxaneyên mezin hebûn ji ber rewşa herêmê û krîza aborî 2 pirtûkxane hatin girtin û tenê pirtûkxaneyek vekirî ma. Xwediyê pirtûkxaneya Bêxûd Bêron Luqman agahî da ajansa ROJNEWS'ê û got: “Berê ciwan û rewşenbîr ji bo bilindkirina asta zanistiya xwe dihatin vê pirtûkxaneyê ji van çavkaniyên zanistî, olî û civakî sûdwerdigirtin. Lê, niha bi giştî em dibînin ku ciwan, welatî û rewşenbîr jî kêm ser lêdan li pirtûkxaneyê dikin û pirtûkan kêm digirin. Ji ber sedemên krîza aborî û siyasî ya li Herêma Kurdistanê niha tenê yek pirtûkxane maye. Niha tenê li navçeya Seyîdsadiqê çend pirtûkxane hatine girtin.”