Destûr nedan parêzer Hevşaredarê Nisêbînê ziyaret bikin

MÊRDÎN - Hevşaredarên Nisêbinê Cengiz Kok, Sara Kaya û 9 siyasetmedarên kurd ên 3 roj berê hatin binçavkirin nikarin bi parêzerên xwe re hevdîtin bikin.

Hevşaredarên Nisêbînê ya Mêrdînê Cengîz Kok û Sara Kaya jî di navde 9 siyasetmedarên kurd 3 roj berê hatin binçavkirin û hêj di bin çavan de tên girtin. Hevşaredar û siyasetmedarên kurd ên li Midûriyeta Polisan tên rawestandin nikarin bi parêzerên xwe re hevdîtin bikin. Parêzerên çûn midûriyetê û xwestin hevdîtinê bikin rastî astengiyê hatin û hat diyarkirin ku heta “5 rojan qedexeya parêzeran heye"