REQQA - Fermandariya Giştî ya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê bîlançoya pêngava duyemîn ya Hemelya Xezeba Firatê aşkera kir û da zanîn ku 2 hezar û 480 km2 erd hatiye rizgarkirin, 260 çete hatine kuştin û bi dehezaran şêniyên herêmê hatine rizgarkirin.
Fermandariya Giştî ya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê bîlançoya pêngava duyemîn a Hemleya Xezeba Firatê bi daxuyaniyekê aşkera kir. Daxuyanî li gundê Hac Elî yê Reqqayê ji aliyê Berdevka Fermî ya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed ve hat xwendin. Rûspiyên herêmê, Fermandarên QSD'ê û berdevkê giştî yê QSD'ê Telal Silo, nûnerên TEV-DEM'ê, 28 eşîreyên Ereb, Serokê Meclîsa Rêveber a Kantona Kobanê Enwer Mislim û bi dehan şêniyên herêmê tevlî daxuyaniyê bûn.
Daxuyahiya Fermandariya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê wiha ye:
"Pêngava duyemîn a Hemleya rizgarkirina Reqqayê ya ku di 10’ê kanûna 2016'an de li ser banga şêniyên parêzgeha Reqqayê hat destpêkirin, didome. Hemle bi biryara Meclîsa Leşkerî ya Hêzên QSD'ê bi armanca têkbirina terora DAIŞ'ê hate destpêkirin.
Di encama pêngava duyemîn de ev destkeftî hatin bidestxistin:
1-Erda bi firehbûna 2 hezar û 480 km2 ku di nava de 197 gund û bi dehan gundik û girên stratejîk, her wiha Keleha Caber (Duser) a dîrokî de jî hebûn hatin rizgarkirin. Bi vê yekê firehbûna zemîna ku ji destpêka hemleya Xezeba Firatê ya rizgarkirina Reqqayê û heta niha hatine rizgarkirin bi giştî bû 3 hezar û 200 km2. Di vê qadê de 236 gund û bi dehan gundik û gir hene. Bi vî awayî bajarê Reqqayê ji aliyê rojava û bakur ve ketiye dorpêçê.
2- 260 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin, ji van termên 115 çeteyan ketin destê hêzên me. 18 çete jî bi saxî ketin destê şervanên me. Gelek çek û cebilxane, her wiha tirompêlên leşkerî û topavêjên çeteyan hatin desteserkirin. 40 tirompêlên bombebarkirî hatin bêbandorkirin, ji wan hejmarek mezin beriya bighêjin armanca xwe hatin rûxandin. Hejmarek tirompêl jî hatin desteserkirin.
3- Bi dehezaran welatiyên sivîl ên ji gundên rojavayê Reqqayê hatin rizgarkirin û piştî gundên wan ji bermahî û mayînên ku çeteyan çandibûn hatin paqijkirin, vegeriyan gundên xwe û ji wan re alîkarî hate pêşkêşkirin.
4-Hemleya me ya Xezeba Firatê ku di 5'ê mijdarê de hatibû destpêkirin de, derdora 2 hezar û 500 şervan ji şêniyên herêmê tevlî hêzên me bûn. Şêniyên herêmê ku nû tevlî bûn, bi alîkariya Hevpeymana Navdewletî hatin perwerdekirin û hatin biçekirin.
5- 42 şervanên me ji wan 3 şervanên enternasyonal ên ji Birîtaniya, Keneda û Amarîka ku bi dildarî tevlî Hemleya Xezeba Firatê bibûn, jiyana xwe ji dest dan. Her wiha 3 şervanên ji endamên Melclîsa Leşkerî ya Suyanî ên ku xwîna wan tevlî xwîna hevalên wan ên ereb û kurd bûn.
Em wekî Fermandariya Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê di dema ku em spasiya gelê xwe yê herêmê dikin ku bi coşeke mezin pêşwaziya şervanên me kirin û di xetên herî pêş de alîkariya wan kirin. Em soz didin buhayê parastina wan çi dibe bela bibe em ê tu carî paş de venegerin û em ê heta dawî parastina herêmê bikin.
Banga me ji şêniyên herêmê ew e ku herêmên xwe birêxistin bikin, meclîsên xwe ava bikin, rêveberiya xwe saz bikin û bi hemû hêza xwe tevlî hêzên QSD'ê bibin da ku tevhiya xaka parêzgeha wan were rizgarkirin. Di heman demê de em spasiya Hevpeymana Navdewletî û koma pisporên leşkerî yên girêdayî wan ku bi hêzên me re di qadên şer de ne û piştgiriya leşkerî didin hêzên me dikin. Em spasiya Desteya Rêveberiya Xweser a Kobanê bi hemû saziyên wê yên ewlekariyê, tenduristiyê û xizmetguzariyê dikin ku alîkariya şêniyên herêmên rizgarkirî kirin. Hêzên me ji destpêka Hemleya rizgarkirina Reqqayê û gundên wê gelek destkeftiyên mezin bidest xistin. Em teqez dikin ku wê hêzên me şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê bidomînin. Dê serkeftinên me heta rizgarkirina Reqqayê û tevahiya xaka Sûriyeyê ji çeteyên DAIŞ'ê bidomin.”