STENBOL - Bersucê di doza cînayeta Hrant Dînk de girtî tê darizandin Serokê Daîreya Îstîxbarata Midûriyeta Polîsan a Stenbolê Ali Fuat Yilmazerê, parastin kir û diyar kir ku ew hemû ji aliyê Tayyip Erdogan ve hatin tayînkirin.
10'emîn rûniştina cînayeta doza Gerînendeyê Weşana Giştî yê Agosê Hrant Dink di sala 10'emin de li 14'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya Çaglayanê berdewam kir. Di rûniştina dozê de bersucê girtî Serokê Daîreya Îstîxbarata Midûriyeta Polîsan a Şaxa 5C a Stenbolê Ali Fuat Yilmazerê, Serokê Daîreya Îstixbaratê yê wê demê Ramazan Akyurek û gelek bersûcên girtî û serbest li salonê amade bûn. Rûniştina dozê bi xwendina belgeyan dest pê kir. Piştre bersûc Yilmazer dest bi parastinê kir. Yilmazer bersîv da îdîayên der barê xwe de û diyar kir ku 25 salin li midûriyeta polisan peyvirdar e. Yilmazer, da zanîn ku heta niha sicila wî bi tu awayi xerab nebûye û wiha got: "17 rûpelên îdîanameyê der barê min de ye. Di hêjmara 11 ya F3 de îdîayên eleqeya min pê tune cih girtine. Îdîayên ku têkiliya min bi endamên cemaeta di nava Emniyeta polîsan de hene. Kadroyên berî min çibûn, min jî bi wan re kar kir. Ev li dozger nayên." Di vê navberê de heyetê mudaxaleyî parastina Yilmazer kir. Yilmazer parastina xwe wiha berdewam kir: "Têgeha 'Teror' têgehek hiqûqî ye. Rêxistinek ku li holê tune be mirov çawa ji wê rêxistinê tê darizandin?”
'YÊ FERMANA LÊPIRSÎNA ERGENEKON DA ERDOGAN E'
Yilmazer, der barê heyvirdarkirina Erhan Tuncel de jî wiha got: "Peyvirdarkirin û derxistina Yardimci a endamtiya îstîxbaratê ne kare Şaxa C ye. Tu agahiya min jê tune ye. Em hatin girtin û em bêdeng kirin. Em kirin endamê rêxistina çekdarî ya terorê. Hemû ji aliyê Serokwezîrê wê demê Erdogan û rayedarên wî ve hatin peyvirdarkirin. Li gorî hin kesan kumpas li gorî hin kesan Ergenekon, Balyoz? Yê fermana lêpirsîna Ergenekon, balyoz da Serokwezîrê demê Recep Tayyip Erdogan bi xwe ye. Di cînayeta Hrant Dink de tu rola min tune. Têkildarî cînayeta Dink rayedarêm Midûriyeta Polisan a Trabzonê berpirsiyar e."
BERPIRSIYARIYA MIDÛRIYETA POLÎSAN A SETNBOLÊ HEYE
Yilmazer, anî ziman ku di cînayeta Dink de berpirsiyariya Midûriyeta polîsan a Trabzonê û Stenbolê heye. Berpirsiyariya Engin Dinç heye. Çawa ku Orhan Pamuk xistin bin parastinê, diviya bû Hrant Dink jî xistibûna bin parastinê. Qada min a pisporiyê xebatên îrtîcayê ye. Abdullah Gul bang li min kir ez jî çûm hevdîtinê. Rûniştina dozê bi parastina Yilmazer berdewam dike.